Îhsan Bîrgul
Berî ku vê nivîsê binivîsim min pirtûka Soran Amed ya bi navê "Xewdizê" û pirtûka Memê Miksî ya bi navê "Ez û Ew" xwend. Her wiha çavek li dosyaya pirtûka "Kaniya Pêncçavî" gerand... Min hewce dît çend gotinan li ser vê ekolê bêjim.
Divê ewil vê bêjim; serkeftin û dilxweşiyeke mezin e ku çend kurd bêyî ji hev bihesidin, werin cem hev û karekî edebî bikin. (Sed mixabin hesûdî her gav di nav me de jîndar e).
Ev kom an jî ekol neoklasîk ji Qasimê Xelîlî, Tahir Dînarî, Arif Selçûk, Memê Miksî, Soran Amed, Şervan Azad û Walî Bedelpûr pêk tê. Navê komê jî ji hêla hozanê dilpak Hasan Canali ve hatiye danîn...Di serdemeke ku her kesî berê xwe daye helbestên serbest de, van camêran xwe li helbestên klasîk û bi pîvan şidandine. Bi zimanekî nû û bê famkirin. Her çendî gelek kes vê wekî rîskekî jî bibînin li gorî sekneke hêja û ceribandineke xwedîqîmet e.
Ez bi dilekî rihetî dikarim bêjim, vê komê helbestên klasîk careke din bi min dane hezkirin.
Ev helbesta li jêr, mebest û sekna wan baştir diyar dike.
"KANIYA PÊNCÇAVÎ"
Ger we divê ji helbestê bibin mest
Vê kaniya pêncçaviyê bikin qest
Xurt dihûnin zêrhevokan bi pîvan
Xemrevîn in dilevîn in guldidest
Pêşiyan dişopînin ji can û dil
Nûkilas in pênc honas in têrbihest
Şûrpênûs in li hemberî şi'ra dijî
Naxwazin dad rista azad dikin rest
Li ser rêça Melê dikin leşkerî
Parastina dîlbera wî ye mebest
Dilnizmiya wan zêdetir ji xakê
Bi hilma wan pişt li hin qurra şikest"...
Divê deng û rengê Mela û Feqî her tim di nav helbest û edebiyata kurdî de xuya bike. Ez bawer im ev koma neoklasîk dê her tim vî rengî bide xuyakirin. Di navbera nifşên nû û helbesta kevn de bibin pireyek. Pireyeke ji kurdiyeke xas û kurmancî...
Bêguman her bedewek xwediyê qisûrekî ye. Kaniya Pêncçavî jî ne bê kêmasî ye. Gelo tunebûna jineke helbestvan tercihek bi zanetî ye an jî tiştekî xwezayî pêkhatî ye? Teqez bersiveke komê heye. Dil dixwaze hest û rengê jinê jî di nav vê komê de bûya...
Pirsa dawîn di serenivîsê de bû. Ez careke din bipirsim. Gelo Kaniya Pêncçavî bibe çemekî helbestê!??
birgulihsan21@gmail.com
***