Diyarname
Şanogeha Sur Sanatê lîstika xwe "Zext" li Şanogeha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşkêş dike.
Sur Sanat Tiyatrosu ne xwedî şanogeheke. Ew lîstikan amade dikin lê cihê wan ê ku têde bilîzin nîn e. Ji ber vê yekê jî ew dê vê lîstika xwe li Şanogeha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bilîzin.
Lîstika ku ji aliyê M. Sait Alpaslan ve hatiye nivîsandin di heman demê de wî derhêneriya lîstikê kiriye.
Şanohez di 9 û 10'ê mehê de li Şanogeha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê bikaribin bê pere li lîstikê temaşe bikin.