ŞÎNDA EKREM - AZÎZ KOYLUOGLÛ / QAMIŞLO
Xebatên perwerdeya kurdî ku yek ji destketiyên bingehîn ên şoreşa rojavayê Kurdistanê ye, bi berfirehî dewam dikin. Akademiya Dîrok û Wêjeyê ya Zimanê Kurd a Celadet Bedirxan, xwendekarên xwe yên destpêkê mezûn kir. Balkêş e ku piraniya kesên di vê xebata di bin sîwana Saziya Zimanê Kurdî (SZK) de cih digirin, jin in.
Bi şoreşa Rojava re piştî ku di tîrmeha 2012'yan de bajarên kurdan yek bi yek ketin bin kontrola gel, xebatên perwerdeya bi zimanê kurdî bi berfirehî dewam dikin.
Di asta akademîk de xebatên perwerdeyê yekem car di bin sîwana SZK'ê de di sala 2011'an de dest pê kir. Heta niha bi hezaran xwendekar û mamoste hatin perwerdekirin. Ev mamoste îro li sê kantonên rojavayê Kurdistanê û bajarên Sûriyeyê yên mîna Şam û Helebê di dibistanan de bi kurdî perwerdehiyê didin. Akademiyên hatine avakirin dixwazin ziman û wêjeya kurdî pêş bixin.
DEWREYÊN SÊ MEHAN ÊN PERWERDEHIYÊ
Akademiya Dîrok û Wêjeyê ya Ziman a Celadet Bedirxan ku li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ava bû, di 23'ê kewçêra sala 2013'yan de hat vekirin. Ev akademiya ku di bin sîwanê Akademiya Dîrok û Wêjeya Zimanê Kurd de hat avakirin, bi dewreyên xwe yên perwerdeyê yên ji sê mehan, mamosteyan digihîne.
Akademiya Celadet Bedirxand ku 40 nazmetên mamosteyên zimanê kurdî lê perwerdehiyê dibînin, di yekemîn dewreya xwe ya perwerdeyê de 37 mamoste mezûn kir. Mamosteyên mezûn bûn li herêma Cizîrê di dibistanên fermî de perwerdehiyê didin.
Lê belê ev namzetên mamostetiyê berî derbasî sinifan bibin, divê astên yekemîn û duyemîn ên dewreyên perwerdeyê yên di bin sîwana SZK de temam bikin. Nazmetên mamostetiyê ku divê herî kêm mezûnê lîseyê bin, her wiha divê bi erebî jî zanibin. Nazmetên perwerdeya xwe temam kirine, dîploma û nasnameya mamostetiyê didin wan û li dibistanekê dest bi dayîna dersê dikin.
JIN DERDIKEVIN PÊŞ
Akademiyên ku bi SZK'ê re xebateke hevpar dimeşînin, wekî saziyeke xweser xwe birêxistin dike. Ji bo li rojavayê Kurdistanê zimanê kurdî di hemû branşan de bibe zimanê perwerdehiyê akademî xebatan dimeşîne. Akademî her wiha di mijara ziman û dîroka kurd de dest bi xebatên akademîk kiriye. Balkêş e ku piraniya beşdarên xebatên perwerdeyê jin in. Ji 40 nazmetên mamostetiyê yên li Akademiya Celadet Bedirxan perwerdeyê dibînin 27 jê jin in. Rayedarên akademiyê diyar kirin ku meyla jinan ji bo xebatên ziman zêdetir e. Di daxuyaniyeke berî niha a SZK'ê de hatibû ragihandin ku ji sedî 80 'ê mamosteyan jin in.
HEM AKADEMÎ HEM WARGEH
Akademiyên ku xwe bi awayê dewreyê ji sê mehan birêxistin dike, di heman demê de wezîfeya wargehan jî dibîne. Namzetên mamostetiyê li dersxaneyên bi wêneyên helbest û nivîskarên kurd Cegerxwîn, Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Dildar perwerdeyê dibînin û di heman demê de di demên xwe yên vala de li pirtûkxaneyê lêkolînan dikin, pirtûkan dixwînin. Şagirtên akademiyê dema xwe ya mayî jî bi aktîvîteyên sporê derbas dikin.
ARMANC UNÎVERSÎTEBÛYÎN E
Ji rêveberiya akademiyê Hîvron Omer da xuyakirin ku li Rojava xebatên ziman demeke dirêj e tê meşandin û destnîşan kir ku derfetên avakirina sîstemeke bi vî rengî ya akademîk nû derketine holê. Hîvron Omer da zanîn ku li tevahiya dibistanên li Rojava perwerdeya bi zimanê kurdî tê dayîn, lewma ev yek pêdiviya mamosteyan bi xwe re diafirîne û anî ziman ku akademî vê gavê dixwaze ji bo vê daxwazê bibin bersiv. Omer ragihandin ku di demeke nêz de ew dixwazin xwe bi awayekî nû wekî unîversîteyê birêxistin bikin û destnîşan kir ku ji bo destpêkê ew dixwazin ji bo du salan beşa dîrok û wêjeya zimanê kurdî ava bikin.
AKADEMIYA DESTPÊKÊ BI NAVÊ FERZAD KEMANGER
Akademiya Dîrok û Wêjeya Zimanê Kurdî ku li Kantonên Rojavayê Kurdistanê xebatên akademîk ên ziman dimeşîne, şaxa xwe ya destpêkê, li gundê Kefer Cene yê Kantona Efrînê bi navê mamosteyê dibistana seretayî Ferzad Kemanger (ew ji aliyê rejîma dewleta Îranê ve hatibû girtin û di 9'ê gulana 2010'an de li Girtîgeha Evîn a Tehranê hatibû darvekirin) hat vekirin. Akademiyê dûre li Kantona Cizîrê Akademiya Celadet Bedirxand, li Kantona Kobanê jî Akademiya Şehîd Viyan Amara vekir û xebatên xwe yên li ser dîrok û wêjeya Kurdî berfireh kir.
ANF