Tayîp Temel
Ev du hefte ne di rojname û televîzyonên Tirkiyeyê de kampanyayek nedîtî tê meşandin. Li gorî hinekan hatina Barzanî ya Amedê şoreşek e.
Hinek dibêjin vegera Şivan Perwer nîşan dide ku pirsgirêka kurd çareser bûye. Şîroveya ecêb jî ew e ku hinek hatina Barzanî wekî pêngaveke mezin a ber bi aştiyê ve bi nav dikin. Lê ji bîr dikin ku PDK û Barzanî jixwe tu carî şerê Tirkiyeyê nekirine û lewre tu eleqeya hatina wî bi aştiyê re tune ye. Heta xwediyên wê şîroveyê bi zanebûn piştguh dikin û dixwazin bidin jibîrkirin ku PDK û Barzanî tu caran doza mafên kurdên Bakur nekirine û tu caran beyaneke wan a wisa jî çênebûye.
Her tim beramberî qayimkirina destkeftiyên xwe hevkarî bi Tirkiyeyê re kiriye. Divê bê zanîn aştî bi yên ku şer dikin re tê sazkirin.
Bêguman bi hatina wan a Amedê, gelê vî bajarê qedîm ê berxwedanê, naxape lewre şîroveyên wekî “Ev kampanyaya hilbijartinê ye” çiqas rastiyê tînin ziman jî bêhikûm in. Çimkû Amed pûte bi van hîleyan nake.
Wisa xuya ye ku armanca vê merasîma îzdîwacê ji van şîroveyan wêdetir e. Wekî tê zanîn AKP ji salên 2000’î ve heta niha bûye hêza hegemonîk a Tirkiyeyê. Bi hêza xwe ya daraz, aborî, sîxurî û ewlekariyê hemû alternatîfên muxalîf tepeser kirin.
Ji bo desthilatdariya xwe hemû rê û rêbaz ceribandin. Gelek caran li kirinên xwe xwedî derneket û her tim got: “Min nekir, filan an jî bêvanî kiriye.” Lê rêbaza ku her tim bi kar anî ev bû. Heta ji destê wê hat hêzên muxalif ji hundir tevdan û rêbaza “li hemberî Kramer, Kramer” bi kar anî. Ev rêbaza klasîk a hêzên hegemonîk li dijî kurdan jî bi awayê ‘li hemberî kurdan kurd’ pêşve bir.
PDK jî wekî hêzeke hegemonîk a kurd her tim xwestiye li Başûr bibe tekane xwediyê hemû destkeftiyan. Bi destê xwe bi dehan partiyên biçûk ava kirine. Ne ku ji bo pêşvebirina muxalefetê, ji bo ku hêzeke li derveyî kontrola wê dernekeve holê ev polîtîka meşandiye. Em hemû baş dizanin heta niha çi hatiye serê kesên ku muxalîfiya PDK’ê dikin. Ma ne balkêş e ku Goran ji YNK’ê veqetiya. Ne mimkun e ku PDK destûrê bide, hêzeke wiha ji wê peyda bibe. Li aliyekê partiyên biçûk ên girêdayî xwe ava dike û li Başûr nahêle hêzek li derveyî wê mezin bibe.
Li aliyê din piştî ku di salên 90’î de statûya xwe saz kir yek bi yek PDK-Îran û PDK-Bakur fesh kirin û xebatên wan bi awayekî fiîlî betal kirin.
Her kurdek dizane ka beramberî kîjan hesab û sozan dest ji doza kurdên Bakur, Rojhilat û Rojava hat berdan. Mirov dikare bêje ku ji bo xurtkirina hêza Başûr û parastina berjewendiyên siyasî û aborî her sê parçe hatin jibîrkirin. Mirov dikare wêdetir biçe û bêje ku Başûr ji aliyê Tirkiye, Îran û Sûriyeyê ve wekî çavekê tepeserkirina kurdên Bakur, Rojhilat û Rojava hatiye bikaranîn. Bêguman mirov fêm dike ka dewletên serdest çima vê yekê dikin. Lê ya xirab ew e ku PDK û Barzanî jî ev yek her dem normal dîtine.
Lê pir eceb e, dema ku kurdên Rojava bi hezar zor û zehmetiyan ji xwe re derfetên azadiyê afirandin, PDK’ê demildest partiyên girêdayî xwe ava kirin. Dest bi rexneyan kir ku PYD çima hêza leşkerî ava dike. Ango dixwaze bibe şirîka Rojava. Ev yek jî pir normal e. Lê ya ecêb ew e ku ji bo vê armanca xwe pêk bîne ambargoyê li ser gel dimeşîne.
Vêca li ber ronahiya nirxandinên li jor mirov dikare bêje ku şîfreya hatina Barzanî ya Amedê di gotina Serokwezîr Erdogan a wekî; “Em destûrê nadin herêm (Bakur) bikeve bin desthilatdariya partiyekê” de veşartiye. Ma ne berî hatina xwe ya Amedê Barzanî jî heman tişt ji bo Rojava anîbû ziman? Xuyaye ku her du hêzên hegemonîk dixwazin ji bo pêşerojê tifaqên nû pêk bînin.
Lê ya xirab dibe mixabin tifaqa kurdan e. Yên ku li Rojava û Bakur derfetên azadiyê qurbanî berjewendiyên xwe bikin nikarin hesabê bidin dîrokê.
Azadiya Welat