Diyarname
Derhêner Mihemed Riza Eynî der barê jiyan û karê hunerî ya koma navdar Kamkaran de belgefîlmekî dikişîne.
Li gorî ajansa IRNA’yê, derhêner Mihemed Riza Eynî der barê serpêhatiya jiyan û raboriya karê hunerî yê koma navdar Kamkaran de belgefîlmekî dikişîne. Kamkaran ku ji aliyê Hesen Kamkar ve hatiye avakirin û li nav kurdan yek ji koma herî navdar e hemû endamên wê ji rojhilatê Kurdistanê ne. Belgefîlm dê li ser dîrok û hunera kamkaran be û tê hêvîkirin ku bi qasî 90 deqîqeyî be.
Li ser vê şebatê Hoşeng Kamkar wiha gotiye: "Berî niha jî çend caran derhênerên cuda, ji bo çêkirina fîlmê Kamkaran pêşniyar kirin lê heta niha ji ber hestên min ev yek çênebû."
Hoşeng Kamkaran diyar kir ku di havîna îsal de piştî ku derhêner Mihemed Riza Eynî naskirine û wî jî pêşniyar kiriye ku fîlmê Kamkaran derbîne, wan wekî kom ev yek nirxandine û qebûl kirine. Der barê mijarê de derhêner Mihemed Riza Eynî jî wisa gotiye: "Hemû hewldanên me ew in ji bo berhemek baş û guncav derkeve holê ku hêjayê koma Kamkaran be."
Berdevkê komê Hoşeng Kamkar stranbêj û defjen e, Pêşeng Kamkar li sentûrê dide, Erdiyar kemanjen e, Bîjen Kamkar jî li defê dide û her wiha strana distrê.
Heta niha wan gelek album amade kirine û derxistin ku hin albumên wan li Tirkiyeyê jî ji aliyê Kom Muzîkê ve hatine çapkirin û belavkirin.


