STENBOL
Li Stenbolê, bi armanca destekkirina berxwedana li dijî talana darên li Bexçeyê Hewselê, 'Piştevaniya Hewselê' ava bû.
Di civîna çapemeniyê ya li Cezayîr Restaûrantê de, li gel nazmetê HDP'ê yê Berendamê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Sirri Sureyya Onder, ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê Prof. Dr. Beyza Ustin gelek kes amade bûn.
Di civîna ku pankarta bi nivîsa "Ji Parka Gezî heta Bexçeyê Hewselê. Ev hê destpêk e têkoşîn dewam dike" hatibû daliqandin, ji Piştevaniya Hewselê Emre Yalçin mafê destpêkê yê axaftinê wergirt.
Yalçin bibîr xist ku Bexçeyê Hewselê parçeyekî girîng ê eko-sîstemê ye, bi bedenên Amedê re yek ji nîşaneyên girîng ên çandî yên bajêr e û li cem UNESCO namzet hatiye nîşandayîn.
Yalçin diyar kir ku bi komkujiya dawî ya xwezayê re zêdeyî 10 hezar dar hatine birîn û axaftina xwe wiha dewam kir:
DI 7'Ê ADARÊ DE LI BEŞÎKTAŞÊ MÎTÎNG
"Bexçeyê Hewselê ku ji bo gelek zindîyan qada jiyanê û ji bo Amedê jî hem ceger hem jî çavkaniya xurekê ye, tê talankirin. Çawa ku me li Gezî kepçe qewirand, em dikarin darên Amedê, Daristanên Bakur jî biparêzin."
Yalçin da xuyakirin ku li dijî projeyên talankirina Bexçeyê Hewselê, wekî Piştevaniya Hewselê wê di 7'ê Adarê roja înê li Beşîktaşê mîtîngê lidar bixin.
Nazmetê HDP'ê yê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî got: "Têkoşîna wan têkoşîna me ye." Onder ragihand ku sîstem bi nêzîkatiya pere li HES, mijara av û talana hawirdorê dinihêre û got, "Emê mejî û nêzîkatiya bazirganan a dibêje, 'heqê wê çiqas pere be emê bidin' tu carî qebûl nekin."
Onder diyar kir ku banga hestiyariyê ya der barê ekoloojiyê de yekemcar ji aliyê saziyên siyasî yên kurd ve hat kirin û hingî her kesî henekê xwe bi wan dikir û destnîşan kir ku asta heyî nîşan dide ku nirxandinên hingî çiqasî girîng bûne.
ONDER: HEWL DIDIN BETON BIHERIKÎNIN SER DÎROKÊ
Onder da xuyakirin ku hewl tê dayîn betonê biherikînin ser dîrokê û got, "Ev der wextekê navenda kuştinên kiryar nediyar bû. Dayikan serê sibehan, cesedê zarokên xwe li wê derê didan hev, li Goristana Deriyê Mêrdînê vedişartin. Li vê derê gelek kedkarên çapemeniyê hatin qetilkirin. Sîstem tevî ku bi van rastiyan re rû bi rû nabe, dixwaze betonê biherikîne ser vir. Ne tenê darên me, dixwazin betonê biherikînin ser hestiyên zarokên me. Ji ber vê yekê emê destûrê nedin."


