AMED
Vê cadê 3 sal ceza ji ber "Projeya Xebata Pirzimaniyê" li Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş xwestin.
Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş ku ji ber "Projeya Şarevaniya Pirzimanî" ji wezîfeyê hate girtin û di hilbijartina 29'ê adara 2009'an de dîsa hatibû hilbijartin ji cezayê xilas nabe.
Careke din li hemberî Demîrbaş doz hate vekirin. Danişîna ku li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hate li dar xistin de
Dozgerê Komarê mutalaa da û diyar kir ku Dermîrşa "bi şertê zanîna kurmancî û zazakî xebatkaran digire şaredariyê" tu delîl nehatine dîtin lê dozger got ku Demîrbaş ji bo zarokan bi kurdî pirtûkan çapdike û bi vê yekê jî li dijî zagona tîpên tirkî muhalefetê dike. Dozger got ku pirtûk bi butçeya şaredariyê hatine çapkirin û bi vê yekê jî şaredarî xistiye zirarê, lewre şaredar wezîfeya xwe xirab bikar aniye. Dozger ji bo Demîrbaş ji salekê heta 3 salan cezaya hepsê xwest.
Piştî parastinê heyeta dadehê daxwaza beraetê ya Demîrbaş red kir û doz taloqî demek pêş kir.


