Diyarname
6'emîn Sempûzyûma Navneteweyî ya Kurdiyatê vê carê li ser rewşenbîr Ebdurrehîm Rehmî Hekarî disekine.
Sempozyûm ji aliyê Beşa Zimanên Dijîn a Zanîngeha Wanê ve bi ser navê "Ebdurrehîm Rehmî Hekarî û Mîrasa Wî ya Çandî" tê lidarxistin.
Yên bixwazin beşdar bikin divê heta 1'ê adara 2025'an serîlêdana xwe bikin. Dema pejirandina vê serîlêdanê jî 10'ê adarê tê eşkere kirin.
Roja 20'ê gulana 2025'an kesên hatine hilbijartin divê metnên xwe yên têkûz bişînin û sempozyûm du rojan, rojên 30 û 31'ê gulanê wê li dar bikeve.
Ji bo têkilî:
0432 - 225 1452
kurdiyatsempozyum@yyu.edu.tr