NAVENDA NÛÇEYAN
Wezareta Xebat û Civakî ya Sûriyeyê diyar kir ku ji niha û pêve kurdên bênasname dikarin wekî welatiyên din ên Sûriyeyê ji mafê xebatê sûd werbigirin.
Li gor malpera KurdWatch ya ku binpêkirinên mafên mirovan ên li Sûriyeyê lêkolîn dike, Wezareta Xebat û Civakî ya Sûriyeyê roja 7’ê adarê biryar da ku wê kurdên bênasname jî bikaribin wekî welatiyan bixebitin.
GELO WÊ BIKEVE MERIYETÊ?
Heta roja îro tu kurdên bênasname nedikarîn bi navê xwe kargeh vekin an jî di karên dewletê de cih bigirin. Nayê zanîn ka wê ev biryar çiqas têkeve meriyetê. Serokdewlet Beşar el Esad sala 2005'an de soza pêşîlêvekirinek ji bo kurdên bê nasname dabû, lê soz piştre hat ji bîrkirin. Lê balkêş bû ku ev biryar li rastî serhildanên li Welatên Ereb hat.
Di van rojên dawî de ji bo gel li hemberî desthilatiya Beasê ya nêzî 40 salan e, rabin bang dihatin kirin. Di van rojên dawî de rêxistinên kurdan ji Sûriyeyê xwestibûn ku rewşa awarte ya ji sala 1963'yan ve li welêt heye were rakirin. Di belavoka bi îmzeya 12 rêxitinên sivîl de wiha hatibû gotin; “Divê nasnameya welatiyê ya kurdan, mafê çand, siyasî, civakî û aborî were naskirin.”
Her wiha bi boneya bîranîna Komkujiya Qamişlo ya 12’ê Adara 2004, roja 12’ê Adara 2004 nêzî 10 hezar kes li hev kom bibûn û banga “Bidawîkirina zext û cûdakariyan” li rejîma Sûriyeyê hatibû kirin.
KARAYILAN BANGA GUHERTINAN KIRIBÛ
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan bersiv da pirsên ANF’ê yên derbarê komkujiya Qamişloyê de. Karayilan dewleta Sûriye hişyar kir û got; “Divê bi kurdan re dijminatiyê nekin. A niha Beşar Esad ger siyaseta li ser kurdan wekî siyaseta bavê xwe Hafiz Esad bimeşîne, kurd jî wê erênî bersiv bidin. Lê na, siyaseta zextkariyê bimeşîne, kurd tu caran vê qebûl nakin. Li hemberî vê wê têkoşîna xwe birêxînin.”
300 HEZAR KURD BÊ NASNAME NE
Kurdên ku li welatê xwe wekî biyaniyan tê hesibandin, di bin zextên giran yên rejîma Baasê de ne. Nasnameya kurdan bi awayek fermî nayê naskirin û mafê perwerdeyê tune. Ji sala 1958 û vir ve weşanên kurdî jî hatine qedexekirin. Ev qedexe di sala di sala 1987'an hat berfirehtirkirin, muzîk û dîmenên kurd jî hatin qedexekirin. Sala 1989'an jî li zanîngeh û dibistanan axaftina bi zimanên din hat qedexekirin. Her wiha ji bo axaftina bi kurdî ceza hatiye zêdekirin û bûye 5 sal. Divê çarçoveyê de bi dehan nivîskar, rojnameger û çalakên kurd li benda dadgehên Sûrî ne.
Li gor pêşbîniyan hejmara kurdên li Sûrî 2 mîlyon e. Ji sala 1962'yan ve bi nasnameya sor ya ku ji aliyê wezareta navxweyî ve hatî belavkirin kurd bûn xwedî statuya ‘biyanî’. Heta niha nêzî 300 hezar kurd li Sûriyeyê bê nasname ne û zarokên ku ji van çêdibin jî wekî wan bê nasname ne. Girtin, binçavkirin û îşkencekirina kurdan bi awayek rêk û pêk didome. Piştî bûyera 12’ê Adara 2004'an, Esad soz da ku ew ê pirsa kurd çareser bike, lê ew soz jî li hewa ma. Berevajiyê vê zext zêde bûn.


