NAVENDA NÛÇEYAN
Li gundê Roboskiyê di 28'ê berfanbara 2011'an de balafirên şer ên dewleta Tirkiyeyê bombe barandin û di bomberanê de 19 jê zarok 34 kes hatin qetilkirin. Ji bo 2'yemîn salvegera komkujiya Roboskiyê de li gelek navendan bi meş û daxuyaniyan komkujî hat şermezarkirin. Di komkujiyê de bi hezaran kesên daketin kolanan edalet xwestin û xwestin kujer bên darizandin û cezakirin. Li Amed, Sêrt, Riha, Dêrsim, Enqere, Agirî, Edene, Mêrsîn, Hatay, Gurgum, Çewlîk, Mêrdîn û Dîlokê bi hezaran kes daketin kolanan.
Li Roboskî jî bi beşdariya Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demirtaş û Gûlten Kişanak, Hevserokên HDP'ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçû û hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk û bi hezaran kesên din calakiya bibîranînê hat lidar xistin.
Hevserokê BOP'ê Demirtaş axivî got: "Dewleta Komara Tirkiyeyê ku 90 salin xwe wekî dewletekî zagonî, civakî û laîq dibîne li Roboskiyê parçe bû. Yên ku li wir parçe bûn ne bedenên zarokên me bûn, zihniyeta dewleta faşîst e. Faşîzîm û dagirkeriya dewleta Tirk a Kurdistanê li van çiyayên Roboskiyê parçe bû. Hemû tiştê kurdan heye. Rûmet û şerefa kurdan heye. Tenê tiştek ji kurdan kêm e ew jî Kurdistana kurdan nîn e. Yekane kêmahiya Kkurdan ev e.”
"Biryar Serokwezîr da"
Demirtaş wiha got: “Ez agahiyên li gel me hene li vir ji were bêjim. Wê şevê ji bo Serfermandariya giştî xeberek diçe. Wiha dibêje: 'Li vir ser herêma sinor karwanek heye. Di nava wan de jî Bahoz Erdal heye. Lê dibe ku sivîl jî hebin. Ev agahiya veşartî li gel girseya li vir Şirnex û Qilabanê parve nakin. Lê Serokwezîr bi telefonê agahdar dikin. Dibêjin “oparasyonekî bi rîsk e”. “Emê li Bahoz Erdal bixîn lê dibe sivîl jî bin.” Li vir Serokwezîr dibêje “Lêxin”. Recep Tayyip Erdogan fermana “lêxin” dide. Li ser vê fermana serokwezîr balafirên şer radibin tên 34 zarokên me qetil dikin."
Demirtaş qala nelirêtî û ruşwetên van demên dawî derketine holê jî got: "Ji ber kurên xwe, heya niha bi fermana serokwezîr 800 kes ji peywira wan hatine girtin. 34 zarokên van dayikan li van giran hatin parçe kirin. tenê yek onbaşiyek jî ji peywirê ne hatiye girtin.”
Axaftina Demirtaş li ser hev bi diruşmeyên “Kurdistan wê ji bo faşîzmê bibe goristan” dihate sekinandin. Demirtaş ku got, “Komara Tirkiyeyê nikare edaletê bide me” û wiha dewam kir: “Em ji leşkerên te, dozgeriya te, dozgerên te yên sivîl û dadgehên te edaletê naxwazin. Ew nikarin edaletê bidin me. Emê li ser welatê xwe azad bibin! Tenê hesaba Roboskî dikare wiha were pirsîn. Hesaba Roboskî dema ku me Kurdistan diyarî dayikên Roboskî kir wê bikare were pirsîn. Ev ne komkujiyekî wiha ji rêzê ye. Di ser re tam 2 sal derbas bûn. Di 2 salan de çi lêkolîn dikin. Balafir rabûne kê ferman daye û kê li vir bombe berdane? Hemû ev e? Ev du sal in nikarin bibînin? Ev du sal in dozger çi lêpirsînê dikin? Em dizanin. Du sal in hewil didin bidin ji bîr kirin. Bawer bikin wê hesaba vê bidin."
Li bajarên din jî çalakî li dar ketin
SÊRT
Di 2'emîn salvegera komkujiya Roboskiyê de bi boneya hesap ji kujeran bê pirsîn û kujer bên darizandin Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de rêveberên BDP, HDP, TUHAD-DER, MEYADER, NÇM, ÎHD û endamên meclîsên şaredariyê û bajar jî di navde bi sedan kes amade bûn. Girsê di çalakiyê de pankarta "Me komkujiya Roboskî ji bîr nekir em ji bîr nakin" vekir û bê navber siloganên "Şehit namirin", "Em hemû kurd in, em hemû qaçaxvan in" gotin. Navê 34 welatiyên hatin qetilkirin yek bi yek hat xwendin Komê jî got 'li vir e" Serokê BDP'ê yê Sêrtê Mehmet Ata Înan, daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Înan, ji bo Roboskiyê edalet xwest û komkujî şermezar kir.
Înan, anî ziman ku dê sibê namzetên bajar saet di 12.00'an de bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kışanak aşkere bikin.
DÎLOK
Hêza Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê ku ji ji nûnerên saziyên DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, BDP, HDP, EMEP, ESP, YSGP, SYKP, ÎHD, TKP, Zeugmadi LGBT'ê pêk dihatin, bi sedan kes li Parka Kirakayakê çalakî pêk anîn.
Li vir jî heman pankart û dowîz hatin vekirin û heman silogan hatin gotin. Komê piştî meş pêk anî li ser navê komê Serokê Şaxa SES'ê ya Dîlokê Behçet Eşkilî daxuyani da û komkujî şermezar kir.
MÊRDÎN
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li Parka Karayollarî meş pêk anî. Koma ku li vir kom bû, bi tilîlî çepikan meş pêk anî. Komê li vir pankarta "Ji bo Qilebanê edalet" vekir û siloganên "Dewleta Qatil dê hesab bide" gotin. Li ser navê kedkaran Rêveberê Şaxa BES'ê ya Mêrdînê Mustafa Benlî daxuyanî da û xwest kujer bên darizandin û edalet cihê xwe bibîne. Kedkaran piştî meşê li qadê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.
LI NISÊBÎNÊ 34 DEQÎQEYAN ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
Nûnertiya KESK'’ê ya Nisêbînê jî bi heman armancê li ber avahiya KESK'ê kom bûn û ji bo 34 kesan 34 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn. Komê li ser pankarta reş qurnefil danîn û nivisa "Komkujiya Roboskî di 750 rojan de ye" û navê 34 kesan hat nivîsandin. Li ser navê komê Nûnerê KESK'ê Gurbuz Demir, daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Komê piştî çalakiyê 34 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî.
LI QOSERÊ MEŞIYAN
Nûnerên Egîtîm Senê ya Qoserê jî bi heman armancê li ber avahiya Egîtîm Sen'ê kom bûn û heta qada Azadiyê meş pêk anîn. Li vir jî heman pankart û dowîz hat vekirin û heman silogan hat gotin. Nûnerê Egîtîm Senê Hamit Gungor, li vir daxuyanî da û xwest edalet cihê xwe bibîne û hesap ji kujeran bê pirsîn. Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
'BILA LÊBORÎN BÊ XWESTIN'
Nûnertiya Şemrexê ya Mêrdînê jî meşek pêk anî. Koma ku nûnerên Egitim Sen, BDP û gelek kesên din amade bûn, li ber Navenda Çandê ya Mehmed Uzun kom bûn, heta qada Cumhuriyetê meş pêk anîn. Komê li vir siloganên "Bıjî berxedana gelê Roboski" got. Li ser navê komê Nûnerê Egîtîm Sen'ê Umît Aktaş, daxuyanî da û komkujî şerşezar kir. Li vir jî çalakiya rûniştinê pêk hat.
AMED
Li Navçeya Yenîşehirê ya Amedê jî bi heman armancê xwendekarên Toplu Konut a Anadolu li ber Lîseyê kom bûn û çalakî pêk anîn. Li ser navê xwendekaran Felat Aydin, daxuyanî da û komkujî şermezar kir.
RIHA
Li Rihayê jî bi heman armancê li Navenda Riha, Sêwerek û Wêranşarê çalakî hatin lidarxistin.
Li Navenda Rihayê Platforma Ked û Demokrasiyê li pêş Navenda Kargeriya Karakoyune kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiya ku bi sedan kes beşdar bûn de Sekretera Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê Ruken Okyay nameya ji bo 34 kesan hatibû nivîsandin xwend. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Cemal Babaoglu jî daxuyanî da û komkujî şermezar kir.
Rêxistina BDP'ê ya Sêwêregê jî li Parka Lezgo kom bûn û heta Qada Kanlikuyu meş pêk anî. Li vir jî heman pankart û dowîz hatin vekirin û edalet hat xwestin. Komê siloganên "Ey şehid xwina we li erde namine" û "Dozger ji bo Roboskî li ku ne" gotin. Serokê BDP'ê yê Sêweregê Îbrahim Ayyildiz, daxuyanî da û komkujî şermezar kir.
'ME ROBOSKÎ JI BÎR NEKIR Û EM JI BÎR NAKIN'
Rêxistina BDP'ê ya Wêranşarê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Rêveberê BDP'ê yê Wêranşarê Mehmet Ali Karacan, daxuyanî da û komkujî şermezar kir.
LI DÊRA MOR ŞEMNÛN A MÎDYATÊ JÎ ÇALAKÎ PÊK HAT
Komeleyên Suryanî, Yekîtiya Beth Nahrin Asurî Suryani Keldani Aramî, KCD, Komîsyona Baweriyan, Yekîtiya Erebên Anadolu bi heman armancê li hev kom bûn û li Dêra Mor Şemnûn a Gundê Habsinasê daxuyanî dan.
Li ser navê komê Serokê Komeleya Yekîtiya Erebên Anadolu Mehmet Ali Aslan daxuyani da û komkujî şermezar kir.
Rêxistina BDP û HDP'ê ya Navçeya Hîlwanê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da û komkujî şermezar kir.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê jî bi heman armancê girseya ku li Parka Zarokan a Ozgur li hev kom bûn, heta Taş Bîna meşiyan. Di nava komê de Nûnerên KESK, DÎSK, TTB, TMMOB'ê jî cihê xwe girtin. Girsê siloganên "Bijî Serok Apo", "Destê dirêjî Roboski dibin bişkên" gotin. Li ser navê komê Berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê Mustafa Ozbay daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Piştî daxuyaniyê welatiyê bi navê Alî Diyaroglu, helbesta Ahmed Arif û 33 gule xwend û çalakî bi dawî bû.
EDENE
Li Edeneyê jî rêveberên BDP, saziyên sivîl ên civakî û demokratîk li Qada Beşocakê li hev kom bûn û heta Parka Înonu meşiyan. Di meşê de polîsan rê li trafîkê girt û destûr neda ku girse meşê pêk bîne. Piştî niqaşan girse heta Parka Înonu meşiyan. Li vir ji pankarta ku 34 qurnefil û navê 34 kesan li ser habû hat vekirin û hat xwestin ku hesap ji kujeran bê pirsîn. Li vir jî bê navber siloganên "Qatil dê hesap bide, "Şehid namirin", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", gotin. Piştî meşê girsê sirûda Çerxa Şoreşê xwendin. Li ser navê girsê Serokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak daxuyanî da û xwest hesap bê pirsîn.
Nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî li Parka Înonu daxuyanî da û komkujî şermezar kirin. Nûnerên KESK, TTB, ÎHD, ÇHD, HDK, HDP, Malagel, û gelek saziyên din tev li çalakiyê bûn.
HATAY
Li navçeya İskenderunê ya Hatayê jî bi sedan kesên li ber avahiya BDP'ê kom bûn bi heman armancê daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin. Li vir jî heman silogan hatin gotin û heman pankart û dowîz hatin vekirin.
GURGUM
Rêxistina BDP'ê ya Gurgumê û Şaxa ÎHD'ê ya Gurgumê jî bi heman armancê li avahiya ÎHD'ê daxuyani da û komkujî şermezar kir.
AGIRÎ
Rêxistina BDP'ê ya Agiriyê jî bi heman armancê meş pêk anî. Koma ku li ber avahiya BDP'ê civîyan, heta kolana Komarê meş pêk anîn. Di meşê de nûnerên KESK, DİSK, KURDÎDER, ÎHD Odeya Tabîban jî di navde bi sedan kes amade bûn. Komê di meşê de bê navber silogana "Bê Serok jiyan nabe" got meşiyan. Serokê BDP'a Agiriyê Nevzet Ayna, daxuyanî da û komkujiya Roboskî şermezar kir.
Li Navçeya Patnosê ya Agiriyê jî bi heman armancê di pêşengiya BDP'ê de meşek hat lidarxistin.
ENQERE
Endamên Meclisa Jinê ya BDP'ê ya Enqereyê jî bi heman armancê li Guvenparkê ya Enqereyê cilên reş li xwe kirin û daxuyanî dan. Li vir jî dowîz û pankartên ku kuştina 34 kesan şermezar dike hatin vekirin û wêneyên 34 kesan hatin vekirin. Komê piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anî û belav bûn.
Nûnerên KESK, DİSK, TMMOB û TTB'ê jî bi heman armancê li Guvenparkê daxuyanî hat dayîn. Rêveberên BDP'ê jî piştgirî da.
ÇEWLIK
Rêxistinên HDP, BDP yên Çewlikê û saziyên ÎHD, KESK, MEYADER, BUO-DER'ê jî li Çewlikê çalakî pêk ani. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê ya Çewlikê kom bûn heta Qada saetê meş pêk anî. Di çalakiyê de posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Komê di meşê de siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" gotin û daxuyanî dan. Li ser navê komê Serokê BDP'ê yê Çewlikê Halîs Yurtsever axivi û piştre Endamê Meclisa BDP'ê Huseyin Tanas daxuyanî da.
DÊRSIM
Li Dêrsimê jî Hêzên Ked û Demokrasiyê li kolana Hunerê kom bûn û heta Qada Seyit Riza meşiyan. Bi sedan kesên tevli meşê bûn bi pankart û dowîzan komkujî şermezar kirin. Li vir jî siloganên ku komkujî şermezar kirin gotin. Serokê BDP'a Dêrsimê Ergin Dogru daxuyani da û komkujî şermezar kir.
Di hemû meş û xwepêşandanan de komên daketin kolanan çalakiyên rûniştinê pêk anîn û xwestin edalet cihê xwe bibîne.



