Diyarname
Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya 165'an li pêşberî xwendevanên xwe ye. Di vê dosyayê de mijara "Zimanê Kurdî: Quo Vadîs" hatiye amadekirin.
Nûbihar ku sê mehan carek bi kurdî weşana xwe didomîne hejmara xwe ya payîzê pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Nûbiharê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser zimanê kurdî amade kiriye û bi sernavê "Zimanê Kurdî: Quo Vadîs?" ragihandiye. "Quo Vadîs? îdyomeke ewropî ye û tê wateya "Bi ku ve diçî?".
'BI KU VE DIÇÎ?'
Di dosyaya ku edîtoriya wê Abdullah Încekan kiriye de wî bi xwe bi sernavê "Di sedsala 21'ê de Kurdî: Zimanek bi çi dijî?" gotara xwe amade kiriye.
Îbrahîm Bori bi ser navê "Çend Gotin li ser Felsefeya Ziman: Ziman Hebûn e", Jan Îlhan Kizilhan jî bi gotara "Psîkolojî û Ziman" berê xwe daye meseleyê.
Tevfik Bayram bi nivîsa xwe "Ziman û xizmetên tenduristiyê", Şehmus Kurt bi "Dîrokçeyeke Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkiyeyê", Reha Ruhavioglu jî bi "Li Tirkiyê rewş û pêşeroja zimanê Kurdî Lêkolînên sehayî çi dibêjin?" ked daye dosyayê.
Di dosyayê de bi sernavê "Pêşeroja zimanê Kurdî: Zimanzanên biyanî çi difikirin" dîtinên Prof. Dr. Joanna Bocheńska, Prof Dr. Geoffrey Haig û Prof. Dr. Christoph Schroeder hatine pêşkêşkirin. Miradxan Şemzînanî û Abdullah İncekan bi sernavê "Kurdî çi tîne bîra zarok û ciwanan?" pirs ji zarokan kirine û ew pêşkêş kirine.
'FÊRBÛNA ZIMANÊ XWE'
Di hevpeyvîna vê jimarê de Nihat Gultekin ligel rojnameger, helbestvan û wergêr Priskê Mihoyî hevpeyvînek kiriye û bi sernavê "Ger lal bihatama vê cîhanê, ezê her tenê fêrî zimanê dayika xwe bûma!" ew weşandiye.
Salihê Kevirbirî li ser Feyzoyê Rizo ku kurtedemek berê canê xwe ji dest dabû bi sernavê "Feyzoyê Rizo mir, derzek li movika pişta min ket" nivîsa xwe nivîsiye.
Cîhan Roj mijara “Pêlek Mihefezekar” girtiye dest. Roj, her çiqas di nivîsa xwe de li dor “mihefezekariya Nûbiharê” sekiniye jî, ji gelek aliyên din ve li meseleyê nêriye.
Îbrahîm Bulak dest avêtiye mijareke balkêş ku zêde nayê zanîn: Di sala 1928'an de 47 xiristiyanên Kurdistanê wekî penaber çûne Viyenayê. Bulak behsa vê meseleyê û tiştên hatine serê wan kiriye.
Li aliyê di Rohat Alakom, Şiyar Silêman, Murad Celalî, Mustafa Kiliçaslan, Sabri Akbel, Felat Dilgeş, Ebru Yilmaz, Kevok Mizgîn, Mîr Şad bi nivîsên xwe; Rojen Barnas, Berken Bereh, Kawa Nemir, Talat İnanç, Hafizê Şîrazî, Sidîq Gorîcan, M. Zahir Ertekin, Arif Yûsif Zemanî, Mustafa Berzan Doner, Tekin Çifçi, Zeynep Şemdinoglu, Rahmetullah Karakaya, Hekîm Meretoyar, Yusuf Abay û Azad Rêbiwar jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtiye. Her wiha Jiyar Homer û Ciwan Qado ji Soranî çar helbestên Coman Herdî bo kurmancî amade kirine.
Ji bo têkilî:
0212 519 00 09
info@nubihar.com
***
Hesabên Diyarnameyê:twitter.com/diyarname1
- facebook.com/diyarname
- instagram.com/diyarname1
- youtube.com/diyarnamediyarname
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


