logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Êdî kovareke muzîka kurdî jî heye: Ziryab

Ji bo kovargeriya kurdî gavek nû, kovara muzîkê ya bi kurdî "Ziryab" bi hejmara xwe ya yekemîn li pêşberî xwendevanan e.

  • Dîrok: 11/11/2018
  • Beş: Çapemenî

Diyarname
Ji bo kovargeriya kurdî gavek nû, kovara muzîkê ya bi kurdî "Ziryab" bi hejmara xwe ya yekemîn li pêşberî xwendevanan e.

Ziryab kurdekî Misûlê bû. Texmîn ew e ku di sala 789'an de li Misûlê hatiye dinê. Wê demê ku Misûl heta Endulusê (Spanyaya niha) di bin destê Osmanî de bû. Ew jî ji Misûlê bar dike Endulusê. Ziryab ku di warê muzîkê de gelek jîr bû li Ewropaya niha yekemîn konservatûar ji aliyê wî ve hatibû vekirin. Dîsa îdîa ew e ku bingeha flamengo jî, bingeha muzîka klasîk ku niha li Ewropayê bi nav û denge jî wî avêtiye. Û niha navî vî Ziryabê di nav dîroka girîng de cih digire li kovarê hatiye kirin.
Xwedî û Berpirsê Giştî yê Weşanê Gokçe Selîm e. Kovarê hejmara xwe ya rezber, kewçêr, sermawez û berfanbarê derxist. Li gor edîtoriya kovarê dê çar mehan carekê kovarê derxin û armanca sereke ya kovarê jî wisa anîne ziman: "Pêşî, em dixwazin pirsgirêkên muzîka kurdî û pirsgirêkên muzîkjenên kurd li her deverê û li herqonaxê bi zimanekî erênî, nêrînên berfireh û heta derfet hebe bi hemû zaravayên kurdî bên nîqaş kirin."
Kovar diyar dike ku ew dixwazin keda sedan salan muzîkê pêşkêş bikin û wisa dibêjin: " Axirî, armanca me ew e ku ji muzîkjen û dilsozên muzîkê re qadeke nû ya xweîfadekirinê vekin."

'Ezê berhevkariya xwe berdewam bikim'
Mevlut Oguz ligel Ayfer Duzdaş hevpeyvînek kiriye. Duzdaş ku li ser stranên kurdên elewî lêkolînek kiribû ew wekî album derxistibû wisa dibêje: "Dema ku em vê gencîneyê tomar nekin, bi mirina her vebêjerî re,
ew gencîne dê hêdî hêdî winda bibe. Ji ber vê yekê jî heta ku ez çavkaniyan û piştgiriyê bibînim, ez ê xebatên xwe berdewam bikim û tiştên min tomar kirine ez ê ji nû ve di ber çavan re bigerînim û veguherînim berheman ku her kesek bikaribe jê fêde werbigire.”

'Çîroka stranên min şopên kûr di min de hiştine'
Berfîn Çalî ligel Mem Ararat hevpeyvînek kiriye. Ararat ku dibêje "kurdî bi saya stranan her li ber xwe dide" li ser muzîka xwe jî wisa dibêje: "Ku dera laşê mirov biêşe devera wî ya herî girîng dibe ew der. Ez xemgîn im vê yekê dibêjim, lê mixabin herî zêde birîna mirov dibe nasnameya meriv. Yanî bi kurtasî dikarim wisa bibêjim; çîroka hin stranan
şopên kûr hiştine di rabirdûya min de û rengê xwe hêj jî dide îroja min."

Gelek hevpeyvîn û gotar
Ji bilî van çend hevpeyvînên din jî di kovarê de cih  girtine. Ji vanDara Porxelek ligel Kerem Gerdenzerî;
Tofan Sumbul ligel Rewşan Çelîker; Lezgîn Kitêbçiyan ligel rêvberê şîrketa organîzasyona Melibo Îbrahîm Ulak û Dilyar Amûdî jî ligel Nîzamettîn Arîç axiviye.
Her wiha kovarê ligel hunermend Adnan Kartal û ligel kemanjen Erdem Altinses jî hevpeyvîn kirine û ew weşandine.
Di beşa gotaran de Serhat Kural li ser "Dans û muzîk"ê, nivîsiye û ew dane ber hev.
Harûn Elkî li ser "Di pêlên demê de muzîk", Gokçe Selîm li ser Cem Şivan Ergul, Îbrahîm Sari li ser "Orpheus"ê, Xelîl Acar li ser Mirady, Ozan Irmak li ser albuma Serhat Ertuna Asê, Serhat Temel li ser serencama têkçûna Orkestraya Heskîfê, Ozan Irmak li ser "Muse", Besime Şen li ser pişaftina muzîka kurdan (bi wergera Ekrem Koçbaşi ji tirkî) û Serdar Ozturk li ser Dengbêj Reso gotara xwe lê kiriye. Her wiha Şadê Agon kurtenivîsek bi navê "Vengê Royi" wekî danasîna  Mîkaîl Aslan nivîsiye.
Di kovarê de pirtûka Zeynep Yaş "Şakarên Muzîka Kurdî" hatiye nasandin, her wiha dengbêj Gazin û Fadilê Cizîrî ku demek berê wefat kiribû hatine bibîranîn.

Ji bo têkilî û xwestinê:
kovaraziryab@gmail.com
www.ziryabmucis.com

Parve Bike

Youtube Me

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Sendîkvan: Em çelengê da naynin ber peyker Taksîmê

ad

Ocalanî li ser bendava hilbijartinê gotina xwe got

ad

100 fîlmên herî serketî yên her demê diyar bûn

ad

HDP'ê xwest li ser Elçî lêkolîn bê kirin, AKP'ê red kir

ad

Êrîşê tîmên kurdan kirin

ad

AA dest bi kurdî dike!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname