Yaşar Eroglu
Di van demên dawîn de derfetan rêdan ku ez çend gotarên birêz Perwîz Cîhanî* yên der barê nîqaş û nirxandinan de bixwînim. Hin dîtinên wî hene ez li tev bibim, hin jî hene ez li tev nebim. Bi riya vê nivîsarê ve, ez dixwazim ku der barê çend xalan de dîtinên xwe bi ziman bikim.
Serê pêşîn ez derpêş bikim ku ez ne zimanzan im, ne jî navekî akademîsyen im. Pir kes di nîqaşên xwe de li ser vê mijarê lêpirsîna pîşe û pisporiya yên beşdarî van nîqaşan dibin, dikin û dibêjin, ‘ka tu ne zimanzanî, ne jî wêjenas û hwd yî, tu çawa dikarî filan û bêvan gotinan bêjî?’. Ango wate ew e ku dîtinên xwe nebêje, bila yên pispor werin li hember min tevî nîqaşan bibin. Yek ji wan jî birêz Cîhanî ye. Bi rastî li çar parçeyên Kurdistanê hejmara ‘...nas û ...zana’yan pir kêm e. Eger em li bendê bin ku nas û zanayên me bigihîjin û piştre beşdarî nîqaşa bin û derkevin li hember wan, dibe ku temenê nas û zanayên heyî têrê neke wan bibînin an jî tenê serê xwe bimînin ku çi dibêjin ên wan dişopînîn jî tenê serê xwe bihejînin û erê bikin. Welatekî weke Kurdistanê de ev ne mimkûn e û ne jî xizmeta pêşdeçûna warên ziman, huner, çand, wêje û hwd dike. Ji bo asta Kurdistanê boçûneke arîstokrat e. Bi min her kesê serê xwe pê re êşandibe, xem û xeyalên wan dike, divê bê lêpirsîna pispor, nas û zanayan bikaribe beşdarî nîqaşên bi vî rengî bibe.
Ez gundiyek im ku serê xwe kêm zêde di van waran de diêşînim. Ango êşa zimanê xwe û gelemperî warê ziman dikişînim. Berî her tiştî ez, ji cenabê wan kesên wiha difikirin destûrê dixwazim ku bikaribim beşdarî mijara nîqaşê bibim. Derdê min tenê ev e, ez meremê xwe rapêş bikim. Eger qusûrek jî hebe bila min bibaxşînin.
Yek di malpera Amîdakurd a din jî Diyarnameyê de du gotarên birêz Perwîz Cîhanî li ser mijara ziman derketin. Min bi rêz rûmet çend caran xwend da ku fêm bikim çi dibêje. Dema ez baş têghîştim, min dît ku dîtinên ez tevî wan nabim hene. Min biryar da ku ez dîtinên xwe binivîsim û tevî nîqaşê bibim.
Yek gotara(belkî vî navî qebûl neke) nivîsara wî li ser rastnivîsa (ku ew dibêje rênivîs, peyveke xweş e, dikare bibe hemwateya rastnivîsê) Celadet Bedirxan e. Ya din li ser alfabeya kudî ye û dubareya gotara di malpera Amîdakurd de derketiye ye. Di van mijaran de destnîşanên Celadet Bedirxan rexne dike, dinirxîne.
1- Mijara i, î ya berî y yê tê.
2- Mijara nivîsandina de, da, re, ra, ve, va.
3- Mijara destpêkirina peyvan a bi tîpa i.
A- Mijara i, î ya berî y yê tê
Cîhanî nivîsandina "i" ya berî "y"yê rexne dike û wiha dibêje: “Celadet di rênivîsa xwe da dinivîse: „Çi caran dengdêra „Γ nakeve pêşîya tîpa „Y“. .... Ev hizra şaş û çewt e û serekanîyê ji devokan digire. Lewra ku li hindek devokên kurmancî da - ne di hemûyê da - ev rewşa tête pêş. Lê eger em evê destûrê bipejirînin, em neçar in ku hemû partizîpên kurmancî ku bi „Γ yê kuta dibin şaş binivîsin. Hemû navdêrên ku ji rewşnavan saz dibin û dengdêra „Γ yê digirin bi şaşî binivîsin.”
Nivîsandina i û î ya berî y yê tercîhek e. Lê bingeheke wê heye. Dema î tê ber y yê xwerû û zelal dengek dernakeve. Di wir de şikestinek çêdibe û weke nîv i û nîv î derdikeve. Mînak, keştiya li ser behrê. Peyva keştiya bi dengekî fesîh û zelal weke keştîya dernakeve. Nîv dengekî hevpar derdikeve. Meriv dikare bêje, wekî keştîya, kelîya, rijîya binivîse çi dibe gelo? Helbet tiştek nabe, dikare bê nivîsandin. Piştî hînbûnekî dikeve rê, problem namîne. Lê...problem ne ew e. Celadet Bedirxan problem ji aliyê lîngûîstîkê ve girtiye dest. Guherîna deng dişopîne û ev metodolojiya lîngûîstîkê ye. Em dinêrin ku Celadet Bedirxan ew qas erzan nêzik nebûye. Rêbaza lînguîstîkê şopandiye. Di i ya ku Perwîz Cîhanî tu qîmetêkê nadê de kedeke giranbiha heye. Bi vî dengê hevpar re ketiye leceke giran. Û çareseriya ku dîtiye ew bilind kiriye, kiriye riya rastiyê.
Di nivîsandina zimanê îngilîzî de jî mijareke dişibe vê heye. Peyvên wek lady, company dema dibine pirhejmar wiha çêdibe; laydies, companies. Ev jî mijareke lîngûîstîkî ye û ev fonema (deng) y bi vî awayî guheriye. Wan jî wiha lê aniye.
B- de, da, re, ra, ve, va.
Ev mijar ji aliyê rehmetî Feqî Huseyn Sagniç ve pir hatiye nîqaşkirin. Ew jî pir sekinî ku ne bi e yê ve, bi a yê ve bê nivîsandin. Ev weke mijara i û î yê tercîhek e û xwe dispêre mesnet û hincetinan. Danerê lîngûîstîkê yê adaptasyona kurdî Celadet Bedirxan e. Heta jê hatiye hîmê zimanê kurdî bi metodolojiya lîngûîstîkê daniye. Helbet bê kêmasî û bê qusûr nîn e. Şaşî û kêmasiyên beloq û zelal divê ji aliyê zimanzanan ve bên tekûzkirin. Ev jî bi xebat û lebatên zanistî ve dibin. Yên ku dixwazin kêmasiyan an şaşiyan sererast bikin divê metoda lîngûstîkê bidin pêş xwe. Hema em rexne bikin bila biçe, riyeke zanîstî nîn e. Her kes li gorî devokê gundê xwe, heta derdora xwe esas bigire zimanê kurdî nikare problemên xwe çareser bike.
C. Bedirxan di hinek mijarên krîtîk de devoka Botanê esas girtiye. Ev jî tiştekî xwezayî ye. Botan wek erdnîgarî navenda Kurdistanê ye. Bingeha kurdî yan jî kurmanciya Botanê xwerû maye. Gava de, re, ve esastir girtiye ji da, ra, va yê rewantiya ziman daye pêş. Bi vî awayî ziman sivik û herikbar dibe. Ne ku awayê a ne rast e. Lê ji yekî ya siviktir wê bê tercîhkirin. Her du bi hev re nabin jixwe.
Lê çima ku awayê e hatiye tercîhkirin em nikarin devok û axaftina herêma xwe bispêrin rastnivîsê. Em ew qas maf bidine danêrê rêziman û rastnivîsa zimanê kurdî. Hemû netewe nirxeke giranbiha didine cur bi cur pêşewanên daneheva xwe. Bi kurdan re kambaxiyek heye, hewl didin ku bikolin ka çi nuansan, kitekitan derxînin, weke kêmasiyên giran raber bikin: Wa min dît, min dît, Celadet Bedirxan (an kes û tiştên din) ew qas kêm e. Lê di nav xebatên giştî yên wî de kitekitên pir biçûk in ku hewce nîn e li ser bê sekinandin. Her kes a xwe esas bigire ziman ji nav aloziyan nikare derkeve.
Ez rexne û dîtinên birêz Cîhanî zanistî nabînim. Destlepkî dide navê û rêbazên zanistî bi kar nayne. Di dewsa da, ra, va yê de, de, re, ve bê bikaranîn kelepora kurdan serûbin nabe. Her neteweyê kelepora xwe ya klasîk parastiyê lê pêşeroj jî bi awayekî din ava kirine. Tev welatên rojava çand û zimanê latîn berdan, bi zimanê xwe pêşeroj ava kirin. lê kelepora bi latînî diparêzin. Çima qey zehmet e, kurd edebiyata klasîk bi awayê xwerû mayînde bikin û ya nû bi awayê îro binvîsin? Eger hin kesan ew sosret kiribe çi sûc bi Bedixan re heye?
Birêz Cîhanî çawa dinivîse?
Ligel van rexneyan em binêrin birêz Cîhanî çawa dinivîse? Haya cenabê wî ji çar parçeyên Kurdistanê heye. Ji ber ku baş dişopîne û diyare ku di navenda geşedanan de ye. Rastnivîs û avakirina hevokan çawa çêdibe jî dizane. Lê birêz Cîhanê tu car rêbazên xwe naterikîne. Ya xwe li ser her tiştî re dibîne û bi israr ya xwe esas digire.
Çima di dewsa dibistan de debistan, a divê debê, a guherîn guhorrîn, xwe xo, cih an cî cîh, birîn, birrîn û gelekên mîna van tercîh dike?
Bi min birêz Cîhan ji herêma xwe dernakeve, heta ji taxa xwe jî. Herêmiya xwe bi ser her tiştî re dibîne, li gorî wî herêmiya wî neteweyiya kurdan e. Ango pêşniyaz û daxwazên birêz Cîhanî weke biryar in. Ew wî awayî pêk tîne lê dibêje pêşniyaz. Dibêje, ‘Ji bo wê hindê ez pêşnîyaz dikim ku em evê pevdengê ji nav nivîsara kurdî rakin.’ Ew pevdeng-dîftongê radike, wisa bi kar tîne lê dibêje ez pêşniyaz dikim. Yanî her kesî dawetî biryara xwe dike. Divê serê pêşîn bi xwe jî bi kar bîne, piştre jî pêşniyaz bike.
Tîpa destpêkê i, I
Brêz Cîhanî di rexneyeke xwe ya din de wiha dibêje: “Celadet Bedirxan dinivîse ku hîç peyvek kurdî bi dengdêra „i“ dest pê nabe. Lê wisan nîne. Di zimanê kurdî da gelek peyv hene ku bi dengdêra „i“ dest pê dibin, wekî: istêr - istêrr (nivînên ku li layekî xanî da li ser hevdu da hatîye hilcinîn) –istandin- ispênekirin- istirî- istiran- ispî- istûr- istewr- işkest- işkev- işkevt...”
Bi min, Celadet Bedirxan ji bo vê yekê jî devoka Botanê esas girtiye. Ev ne rêbazekê hele û çewt e. Di her zimanî de tercîhên wiha hene. Di tirkî de devoka Stenbolê, îngilîzan xelet nebim a Manchesterê, almanan a bakurê welêt, frasizan a Parîsê û hwd esas girtine. Yek devok esas tê girtin, di rewşên krîtîk de wan tercîh dikin. Ev peyvên birêz Cîhanî anîne pêş, li her derê teqez i,I li serî nîn e. Wek mînak li serhedê stû re dibêjin histû, istranê re dibêjin sitiran. Mîna vê her derê cure cure bilêvkirin hene. Serhed ji hişk re dibêje işk, winda re dibêje inda. Ango em li pey Cîhanî herin em ê li dû kitekitan biçin û ziman bikin dergeha alozî û tevliheviyê. Eger em giştan qebûl bikin jî hejmareke pir kêm e. Celadet Bedirxan rê nedaye I ya tîpa destpêkê, baş kiriye û ziman ji aloziyê filitandiye.
Alfabe(ê)
Têgihîştin ku birêz Cîhanî alfabeya latînî dipejirîne. Ev helwest pir baş û girîng e. Gelek nîvîskarên alfabeya erebî dev ji alfabeya erebî bernadin. Ji bo binavkirina alfabeyê gotineke min nîn e.
Birêz Cîhanê pêşniyaz kirine lê pêş niyazên wî nayên fêmkirin. Dibêje heşt tîpên hevalcêwî hene. Ç - ‘H- ‘K- ‘L- ‘P- ‘R- ‘T- ‘X. Dev ji H- ‘T- ‘X berdide, gotinên xwe rave dike dev ji Ç, L û P yê jî berdide. Dimîne K û R. Ji dîtinên Cîhanî meriv fêm nake ka van tîpan ji alfabeya kurdî davêje yan yek ji hevalcewiyên wan davêje.
Celadet Bedirxan, kingê hîmê alfabeya kurdî ya latînî danî fonem ango deng esas girt. Her dengekî fesîh û bi serê xwe fonemek e. Di zimanê kurdî de 31 fonem hene. Hinek fonem ango deng jî hene cêwiyên wan hene. Ew jî nerm in. Eger ew jî bi alfabeyê bên temsîlkirin, bi hin dengên nêzî wan ve alfabe ji çilî derbas dibe. Zimanê nivîskî pir pir aloz dibe. Ji ber wê jî Bedirxan gotiye, ‘ez alfabeyê bi dengan ava dikim, ne bi rengên dengan’(yên cêwî rengên dengan in.) yên ku rengên dengan in, bi gotina Cîhanî hevalcêwî ne di nav wateya hevokan de kifş dibin ka çi ne. Ji bo wê bi heman awayî nivîsandina wan qebûl kiriye. Kêm ji wan peyvan hene têderxistina wateya wan zehmet e. Divê ew jî bi wî awayî bên qebûlkirin. Tu ziman bê kêmasî nîn in. Zimanekî sedîsed teqez tune ye.
Dîsa C. Bedirxan gotiye di zimanê me de şedde tune ye, ango cot tîp nîn in. Bi rastî jî wisa ye. Di bin nîrê zimanên biyanî de şedde ketine zimanê me. Gelek ji wan jî jixwe peyvên biyanî ne. Yên kurdî bi şedde jî bi peresîna ziman re hatine guhertin. Ya rast ew e ku bê şedde bêne nivîsandin. Birr na, bir, pirr na pir û hwd. Weke pir kesan birêz Cîhanî jî di vê yekê de israr dike lê divê vê helwesta xwe di ber çavan re derbas bike. Divê nivîsandin û rûniştandina alfabeya kurdî ber bi hev were, ne ku ji hev dûr bikeve. Danîna bêhnokekê li ser k (‘k)yê jî ne rast e. Min mantiqê wê li jor rave kir.
Yek alfabe û cudatiya nivîsandina zaravayan
Bi munasebeta dîtinên birêz Cîhanî ez tiştekî jî bêjim. Bi alfabeya latînî zaravayê kurmancî û kirdkî(zazakî) tê nivîsandin. Hin nivîsandin hene ku di kirdkî de wekî kurmancî nayên nivîsandin. Dost û hevalên bi kirdkî dinivîsin weke alfabeya kirdkî cuda ye, tevdigerin. Rastî em bi yek alfabeyê dinivîsin. Ya ku baş tê bîra min î ya berî y yê tê ye. Kirdkî weke diyarkirina birêz Cîhanî dinivîsin. Ev rewş bi min ji ekola Swêdê tê. Ji ber ku ekola Swêdê kurmancî jî weke î dinivîsin, di kirdkî de jî bi wî rengî mayê. Birêzên kirdkî bi alfabeya latînî nivîsîne destpêk li Swêdê danîne. Jixwe di zaravayê dimilkî de x tune ye, ew x yê bikarnaynin.
Bi min her weşanxane, derdor û zaravayên alfabeya latînî dinivîsin li ser ekola Hawarê ango Celadet Bedirxan binivîsin baştir e. Hem devok hem jî zarava ber bi hev tên û derfeta standardekê ji kurdî re çêdibe.
***
Nivîsên Yaşar Eroglu yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Rexneyeke derengmayî ji bo Medenî Ferho
- Di nivîsara kurdî de rexne û rexnegirî
- Di axaftina zimanê kurdî de cihê dest û dev
- Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî û çend gotin
- Ergatîvîte, pirzimarî û problemên kirdeyan
- Hevoksaziya lêkêrên gerguhêz û negerguhêz
- Hin şaşiyên ziman ên Hînkera Enstîtuya Kurdî
***
Nivîsa Perwîzê Cîhanî:


