Diyarname
Saziyên kurdan kuştina nûçegîhanê Rojnewsê rojnameger Wedat Hisên Elî bi daxuyaniyên nivîskî şermezar kirin.
5 Komên Partiyan bûyer şermezar kir
Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Tevgera Îslamiya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Goran têkildarî qetilkirina nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî yê ku îro li Dihokê hat qetil kirin daxuyaniyek hevbeş weşand. Di daxuyaniyê de bûyer tê şermezar kirin û wiha tê gotin, "Wekî Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Tevgera Îslamiya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Goran bi tundî terorkirina rojnameger Wedat Hisên Elî şermezar dikin. Em wekî binpêkirina mafê mirov û rojnamegaran dibînin. Ev bûyer rastiyan nîşanî me dide ku azadî bi giştî û azadiya xwe îfadekirinê di bin gefên cidî de ne."
Di berdewama duxuyaniyê de wiha hate gotin; "Erk û berpirsyariya dezgehên pêwendîdar yên hikumetê ne parastina serûmal û azadiya hemû welatiyan bike. Dûr li desthilatdariya hizbî û siyasî karê xwe bike. Serweriya yasayê bi bilind bigrin dest. Herî dawî daxwazê dikin ku dosya bûyer bê şopandin û pêwîst e kiryarên vê bûyerê bên dîtin û li gorî yasayê bên ceza kirin."
PEN'a Kurd bûyer şermezar kir
Navenda PEN a Kurd li ser bûyerê ev daxuyanî weşand: "Sibeha roja şemiyê cenazeyê nûçegihanê ajansa RojNews li ser rêya sereke ya di navbera Sêmêlê û Dihokê hate dîtin. Di demekî ku Herêma Kurdistanê rastî gelek krîzan hatiye, roj bi roj aloztir dibe, azadiya ragihandinê jî tê teng kirin. Mixabin di demekî wiha de de Rojnamegerê RojNewsê Wedet Hisên Elî li Dihokê hate qetil kirin. Heya rojnameger Wedat Hisên tê revandin jî qet pirsgirêkekî wî nebû. Lê cihê gumanê ye ku ji berî çend rojan ji aliyê Asayîşa Dihokê ve çend caran hatiye gazî kirin. Hatiye lêpirsîn kirin. Em daxwazê ji dezgehên Herêma Kurdistanê dikin ku karên cidî bikin, ji bo dîtina kiryarên bûyerê. Dîsan daxwazê ji Asayîşa Dihokê dikin ku bi cidî bûyerê bişopînin û tewanbaran bidin dadgehê û bên ceza kirin."
Ji Metro Centerê şermezarî
Centera Metro ya Parastina Rojnamegaran bi daxuyahiyekî nivîskî bûyer şermezar kir û diyar kir ku nabe civak li hember bûyerê bêdeng be. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; "Em kuştina Rojnameger Wedat Hisên Elî şermezar dikin, Em daxwaza lêkolîna cidî dikin. Divê kesên bûyer pêk anîne radestî dadgehê bên kirin."
**
Nûçeya eleqedar:
- Li Dihokê rojnamegerî kurd hat kuştin


