Diyarname
Kovara Kurt Tarihi hejmara xwe ya 10'emîn derxist û di vê hejmarê de meseleya "Di dema avakirina Tirkiyeyê de kurd" derxistiye pêş.
Kovara Kurt Tarihi bi tirkî ji du mehan carekê derdikeve. Kovarê hejmara xwe ya berfanbarê gihand ber destê xwendevanên xwe. Kovar her hejmarê dosyayeke amade dike. Di vê hejmarê de jî mijara "Plana Islehkirina Şerqê" wekî dosya hatiye amadekirin. Di dosyayê de nivîsên girîng hene. Yek ji wan nivîsa lêkolîner Mehmet Bayrak e ku bi sernavê "Kelebçeya ku li kurdan dane: Plana Islehkirina Şerqê".
Ev plan di sala 1925'an de hatiye amadekirin. Di çarçoveya vê planê de tiştên ku dê bêne kirina yek bi yek hatine rêzkirin. Hin ji wan xalan bi vî rengî ne:"Tirk û Arnawûdên ji Yugoslavyayê haitne dê li Amed, Elezîz, Newala Mûşê, Tejaneya Wanê û li Xerzanê bêne bi cihkirin", "Malbatên beşdarî serhildanê bûne sirgûnê rojava bêne kirin", "Hemwelatî bi tirkî biaxive", "Ji bo yekîneyên leşkerî çêkirina rêyan", "Sirgûnkirina Dêrsimiyan ji bo Sêwasê" û hwd.
Di dosyayê de Cuma Çiçek li ser "Ewlehî, tirkkirin û pêşvebirin" ku ev sê xalên di navbera salên 1925-1935'an de hatine kirin, girtiye dest. Erkan Caglayan jî meseleya "Komar û Çapa Kurdî" (1925-1960) girtiye dest. Di nivîsê de lîsteya pirtûk/berhemên (bi giştî 23 heb in) ku di vê serdemê de hatine qedexikirin hatiye weşandin.
Nivîsên din ên di kovarê de cih girtine jî bi vî rengî ne: Ozkan Gokcan, “Li Iraqê civakek kurd: Feylî". Sedat Ulugana: "Mihacerata Mele Mihemedê Zîlanî". Sinan Hakan: "Têkoşîna Weşangerî ya Klûba Kurd a Diyarbekirê, 1919)". Serhat Bozkurt: "Sicîla Ehmed Sureyya Bedirxan". Sabahattin Kayhan: "Di helbestên Elîşêr de Dêrsim û Kurdistan"
Di kovarê de hevpeyvîna vê hejmarê bi dîrokzan Sinan Hakan re hatiye kirin. Edîtorê kovarê Mesut Yegen bi Hakan ra axivî û Hakan wisa dibêje: "Kurdan texmîn nekir ku dê Osmanî ji ser dika dîrokê dakevin."
Ji bo agahiyên berfirehtir: www.kurttarihi.org