Diyarname
Saziyên kedê dibêjin emê 1'ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin, waliyê Stenbolê jî got: Ev der qedexe ye.
Ji sala 1977'an ve Qada Taksîmê ji bo çalakiyan hatiye qedexe kirin. Di serî de KESK û DÎSK saziyên kedê dixwazin 1'ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin. Ji bo vê yekê sazî sibê dê serî li Wezareta Karên Hundir bidin û destûrê bixwazin. Berî vê serîlêdanê Waliyê Stenbolê Muammer Guler ji bo endamen çapemeniyê diyar kir ku Taksîm de qada ku ji bo meş û civînan hatiye terxankirin û ev der ji bo meş û civînan qedexe ye.
Par jî Walî Guler qed qedexe kiribû, lê kedkar digel her tiştî ber bi Taksîmê ve meşiya bûn û Stenbol li der dora Taksîmê bûbû wekî qada xer. Bi sedan kes hatibûn binçavkirin.