Diyarname
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed dê beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya li Munichê bibin. Ji bo vê ew gihîştin Almanyayê. Ev cara yeke Ebdî bi awayekî fermî beşdarî konferanseke navneteweyî dibe.
Medyaya fermî ragihand ku Ebdî û Ehmed dê beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munichê li Almanyayê bibin.
Ji bo vê yekê ew çûn Herêma Kurdistana Federe. 12'yê mehê Ebdî, Ehmed û Endamê Lijneya Rêveberî ya Polîtburoya PDK'ê Hoşyar Zebarî ji balafirgeha Silêmaniyê ber bi Almanyayê ve çûn.
BARZANÎ JÎ LI WIR E
Li aliyê din Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî konferansê dibe.
Ji 150 welatan kes beşdarî vê konferansê dibin. Li gor 50 serokên welatan jî dê beşdar bibin. Konferans di navbera 13-15'ê mehê de li dar dikeve.
Foto ji Channal8'ê hatiye girtin