Diyarname
Li Amedê îro hem ji bo Şaredariya Bajarê Mezin hem jî ji bo şaredariyên navçeyan pêşhilbijartin çêbû. Di encamê de Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak ji bo Berendamtiya Şaredariya Bajarê Mezin hat hilbijartin.
Ji bo navçeyên navendî û yên din ên Amedê jî ev kes di pêşberendamtiyê de bi ser ketin:
Kayapinar: Mehmet Ali Aydın
Sûr: Seyit Narin
Yenişehir: Selim Kurbanoglu
Çinar: Ahmet Cengiz
Licê: Rêzan Zogurlu
Bismil: Cemile Eminoglu
Farqîn: Yuksel Budakçi
Baglar: Birsen Kaya Akat
Pêşhilbijartin serê sibê dest pê kir. 12 hezar delegeyan deng bikar anîn. BDP dê vê hilbijartinê bigire ber çavan û bi awayekî fermî berendamtiya van kesan eşkere bike.
Navçeyên din ên BDP'ê jî dê paşê berendamên wan diyar bibin.