logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

120 deqe têrê nekir, bi penaltiyan Arjantînê heq kiribû firiya

  • Dîrok: 10/12/2022
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2022

Diyarname

Maçeke balkêş hat lîstin. Maça yekem a çarîk fînalê 120 deqe dom kiribû û çûbû penaltiyan. Maça duyem, yanî ya di navbera Arjantîn û Hollandayê de jî wekî ku bibêje ma çi yê me kêm e 120 deqe dom kir û paşê derbasî penaltiyan bû. Arjantîn carek din bi penaltiyan li hemberî Hollandayê bi ser ket.

Heta wê çaxê çi qewimî? Bi kurtahî:

Heta niha her du tîm 9 caran di kûpayê de hatibûn hemberî hev. Hollanda 4 caran bi ser ketibû, 4 wekhevî, tenê carek Arjantîn bi ser ketibû, ew jî saa 1978’an de. Sala 2014’an, di nîv fînalê de dema her du hatibûn hemberî hev maç bi penaltiyan bi dawî bûbû û Arjantîn bi ser ketibû. Niha carek din bi penaltiyan Arjantîn bi ser ket.

Di vê maçê de deqîqeya 35’an de Nahuel Molina bi pasê mikemel ê Messi encam diyar kir: 1-0. Nîveka yekemîn wisa bi dawî bû. Di deqîqeya 73’yan de Arjantînê penalti bi dest xist û Messi temam kir: 2-0.

Arjantîn bi vê hê bi xwe bawer bû, lê Hollanda gelek cidî bû. Ne karê henekan e, her serdest bûye li hemberî Arjantînê. Di deqîqeya 83’yan de bi gola Wout Weghorst got, “Ez hê li vir im”. Û deqe 90+11… Hollanda dê li ber kelehê re lêdaneke çêbike. Arjantîniyan bendek xurt çêkirine, lê ka kî dizanî dê lîstikvan lê nede, bendavê belav bike û pasê bide. Erê, gavek gelek hêsan bû, lê taktîkek mikemel bû. Û gol. Navê golê dîsa Wout Weghorst. Maç derbasî 30 deqîqeyê zêde bû.

Di vê dema zêdek de tu guherîn çênebû û maç derbasî penaltiyan bû. Hollandayê vê carê bi penaltiyan dê heyfa hilda yan na? Pêşî mafê bikaranîna penaltiyan di destê Hollanda de bû. Ji lîstikvanên wan V. Van Dijk gog girt dest, lê qeleparêzê Arjantînê E. Martinez nehişt ew golê biavêje.

Dûre Messi hat, carek din penaltî veguhart golê. Vê carê ji Hollandayê Steven Berghuis jî hat, wî jî nikarî penaltiyê veguherîne golê û Arjantînê hem moraleke mezin, hem avantajeke mezin bi dest xist. Û encam: Bi 4-3 penaltiyan, bi temamî bi 6-5 Arjantînê reqîbê xwe têk bir û derbasî nîv fînalê bû. 

BO MESSI

Û Messi helbet paragrafek heq dike. Kaptanê Arjantînê gelek dixwest bi ser bikeve. Di muzeya wî de ji bilî Kûpaya Cîhanê hemû kûpa hene. Loma jî ji hemû lîstikvanan zêdetir dixwest û bi vî awayî dilîst jî. Her ku gog digihîşt ber wî 2-3 lîstikvanên hollandî dor lê dipêça, lê ew Messi ye. Wisa pasek avêt, jîrekiya xwe carek din nîşan da. Û bi gola ku avêt jî, bû 10 gol bi vê formayê diavêje. Bi vê yekê gihîşt Batistuta. Lîstikvanê Arjantînê Batistuta di maçên Kûpaya Cîhanê de 10 gol avêtibû û lîstikvanê Arjantînê yê herî zêde gol avêtibû bû. Messi bi gola îro re gihîşt 10 golan û bû şirîkê rekora wî. Di maça nîv fînalê de Messi bikaribe golek din biavêje dê wî derbas bike.

Bi vê serketinê de Arjantîn bû reqîbê Hirvatistanê. Maça nîv fînalê ya di navbera van her du tîman de dê roja 13’ê mehê saet 22’yan de bê lîstin. Tîma bi ser bikeve dê here fînalê, tîma din dê maça sêyemînî bilîze.

 

*

 

Rûpela Taybet, hemû nûçe:

- Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar, Rûpela Taybet    

 

Maça din a çarîk fînalê:

- Hirvatan nehişt Brezîlyayî bireqisin

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Kûpaya Cîhanê 2022 - Nivîsên Dawî
news
  • 18 12 2022

Û fînal: Arjantîn an Fransa?

news
  • 18 12 2022

Messi û Arjantîn gihîştin mirazên xwe

news
  • 18 12 2022

Îşev hin nîqaş bi dawî bûn

news
  • 18 12 2022

Bi fotoyan fînala KÛPAYA CÎHANÊ 2022

news
  • 17 12 2022

Maça sêyemînî: Hirvatistan an Fas dê madalyayê bigire?

news
  • 17 12 2022

Sêyemînê dinyayê Hirvatistan e

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Demirtaş: F 16 xira nabin çima Koster xira dibe?

ad

Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê

ad

Çend leşkerên YPG'ê hene?

ad

Referandûm, serxwebûn an jî xapandin

ad

Çima cihê salona Bernameya Hesenê Metê guherî?

ad

Nifûsa sala 2030 û 2050 hat eşkere kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname