Diyarname
Li nav qada fûtbolê tîm li gelek bajaran ji bo gihandina lîstikvanan akademiyên fûtbolê vedikin. Tîma mezin a Fransayê PSG’yê (Paris Saint Germain) jî li Amedê akademiya fûtbolê vekir û armanc dike ku lîstikvanan bigihîne.
Li Amedê tîmên jêrîn ên Amed Sporê hene. Akademiya fûtbolê ya Fenerbahçe, Inter, Kolnê li Amedê heye û kilûbên din jî xwedî xebatên bi vî rengî ne. Niha PSG jî li van zêde bû. Avakarê Akademî PSG’yê yê Tirkiyeyê Cem Kiliç, lîstikvanê berê yê Galatasaray Umit Davala û gelek kesên din beşdarî merasima vekirina akademiyhe bû. Piştî merasimê qeyda zarokan hat kirin û antremana pêşî dest pê kir.
Li Tirkiyeyê 17 akademiyên fûtbolê yên PSG’yê hene.


