Diyarname
CHP'ê 295 berendamên şaredariyan eşkere kirin û di nav wan de hin yên bajarên kurdan jî hene.
Di civîna Meclisa Partiyê ya CHP'ê de lîsteya hin berendamên şaredariyan yên CHP'ê hate erêkirin. Di lîsteyê de navê 295 şaredariyan hene. Di nav van de hin yên bajarên kurdan jî hene. CHP'ê ji bo Semsûrê Zeynel Bakir nîşan da. Ji bo Kerbora Mêrdînê (BDP'ê di hilbijartina 2009'an de bi sedî 40'î şaredarî bi dest xistibû) Mustafa Bulut wekî bedendam nîşan da.
CHP'ê ji bo Berwariya Sêrtê jî Şevki Beytekin nîşan da. Li Berwarî di hilbijartina borî de DP'ê bi sedî 31 şaredarî bi dest xistibû û BDP bi sedî 26 bûbû partiya duyemîn.
Her wiha CHP'ê ji bo navçeyên Dêrsimê jî ev kes wekî berendam nîşan dan:
Çemişgezek (Di destê AKP'ê de ye): AHMET ŞADAN ERSOY
Mazgir (Di destê EMEP'ê de ye): HAYDAR DOGAN
Nazımiye (yekî serbixwe hatibû hilbijartin): CAFER KIRMIZIÇİÇEK
Bajaroka Akpazar: CEMAL BULUT