Amed
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo vegotina xebatên ku heta niha kirine 'Notên Keleha Amedê' amade kir.
Di notan de şaredarî bi van xalan qala xebatên ku heta niha kirine dike:
- Ji Amedê heta Enqereyê me rê qîr kir.
- Tesîsa Paqijkirina Ava Hatiye Rêtin hate vekirin, rojê 130 hezar ton av tê paqijkirin.
- Berî me kaniyên li malan ziwa bûbûn, niha amedî li mala xwe ava herî enzan û herî paqij vedixwin.
- Me piştgiriya perwerdehiyê da 41 hezar û 420 wendekarî.
- Me bi 373 hezar 200 kesî re xwarina xwe paqij kir.
- Bazara heywanan a herî mezin a Rojhilata Navîn me vekir.
- Pirsgirêka me ya binesaziyê nîn e. 4 qatê xebata ku 80 salan de hatiye kirin me 9 salan de pêk anî.
- Me dawî li bajarê xwar û maro anî û Plana Îmarê ya Nazimî saz kir.
- Me pirsgirêka otogarê hel kir.
- Me xebata tenduristiyê da 485 hezar û 603 kesî.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 100 heb bîlboardê de bi giştî 260 heb 'Notên ji Keleha Amedê' pêşkêş kirine. Ji van yek jî wekî bersiveke ji bo Serokwezîr. Ew jî bi vî rengî ye: "Rojane em 700 hezar sergo (çop) berteref dikin-karê mirov neynika mirov e, pêdivî bi gotinê nîn e."