Diyarname
Mebûsê HDP'ê û berendamê Hevserokatiya HDP'ê Ertugrul Kurkçu piştî ku li kongreyê axaftineke bi coş kir û daket, li jêr qeyrana dil derbas kir. Kurkçu rakirin nexweşxaneyê. Li gor agahiyên nû ku gihîştin ber destên me rewşa tenduristiya Kurkçu baş e.
Kurkçu di berfanbara 2004'an de bi nexweşiya "miyokard infarktus" rakiribûn nexeşxaneyê, reha wî ya dilê wî bi balonê vekiribûn û stent lêdabûn. Piştî qeyrana dil a li kongreyê, li nexweşxaneyê ev stend nû kirin. Li gor gotina dixtoran Kurkçu du rojan dê li nexweşxaneyê bimîne.