Diyarname
Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) rojên 28-30'ê pûşpera îsal 76'emîn Kongreya XWe ya Mezin li dar xistibû û rêveberiyeke nû hilbijartibû. TTB'ê îro ji nav rêveberî serokek û endamên Lijneya Rêveberiyê hilbijartin.
Di civîna Lijneya Rêveberiyê ya TTB'ê de Prof. Dr. Alpay Azap kirin Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê.
Ligel Azap, endamên rêveberiyê yên di serdema 2024-2026'an de wê kar bikin jî ev in:
Seroka 2'yemîn Mualla Pinar Saip, Sekreterê Giştî Hilmi Onder Okay, endamê lijneyê Ali Karakoç, Endama Jimarkariyê Nilüfer Ustael, endamên Lijneya Rêveberiyê Ali Osman Karababa, Mehmet Şerif Demir, Murat Erkan, Guzide Elitez, Ali Kanatli, Ayşegul Ateş Tarla.
Serokê nû yê TTB'ê Prof. Dr. Alpay Azap pisporê Nexweşiyên Enfeksiyonê û Klînîk Mîkrobiyolojiyê ye. Ew li heman berê li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Enwereyê xebatên xwe didomîne.
Di dema Covid-19 de ew jî yek ji Lijneya Rêveberiyê ya Zanistê ya Koronavîrusê ya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê bû.
TTB li Tirkiyeyê di warê tenduristî, xebatên bi vê re eleqedar wekî saziyeke derveyî rêxistin û hikumetan, wekî saziyeke serbixwe kar dike.
Piştî karbeşiyê Azap peywir ji Seroka TTB'ê ya berî kongreyê Şemneb Korur Fincanci girt. Fincanci û endamên Lijneya Rêveberiyê yên serdema berî niha rêveberiya niha pîroz kirin û serketin bo wan xwest.


