Enqere
1'emîn Kongreya Asayî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bu dawî bû. Di encama hilbîjartinên ku bi yek listê pêk hat de, Şaredarê Gimgimê yê berê Demîr Çelîk wekî Serokê Giştî yê BDP'ê hate hilbijartin.
Di 1'emîn Kongreya Asayî ya BDP'ê de piştî xwandina raporên malî û xebatan, namzetê Serokê Gişti yê BDP'ê Şaredarê berê yê Gimgima Mûşê Demîr Çelîk, axaftinek kir.
Çelîk, diyar kir ku Tirkiye qeyranek siyasî dijî û bidawibûna vê qeyranê bi demokratîkbûyîna komarê mimkun e.
Demir Çelîk, wiha dom kir: "Ji bo vê yekê jî divê operasyon bi dawî bibin û rêya diyalokê bê vekin."
Çelîk li ser partaiya xwe ji wisa: "Tişta herî girîng ew e ku partiya me xwe girseyî bike. Me peywirek girîng girtiye ser milê xwe. Hilbijartinên sala 2009'an ji bo me firsatek gelekî mezin e. Serkeftina me ya di hilbijartinan de dê rê li ber desthilatdariya me veke. Pêwîste em vê yekê baş binirxînin."
Rêveberiya BDP'ê ya nû
Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat. Di encama hilbijartina ku bi yek listeyê hate pêkanîn de Demîr Çelîk wekî Serokê Giştî yê BDP'ê û ji bo rê veberiyê jî A. Kerîm Bîngol, Ahmet Aday, Alî Şîmşek, Ayla Yildiz, Bakî Aydogan, Bekîr Kaya, Belkiz Balka, Erdal Tuncel, Erdînç Firat, Ferhat Kaya, Gulden Çatalbaş, H. Hayrî Alkan, Hatîce Adibellî, Haydar Sayili, Îdrîs Canbay, Îsmet Sadikoglu, Kudbettîn Kurt, Lutfiye Gurbuz, M. Nurî Serhanoglu, M. Şafî Ekîncî, M. Zahîr Saritaş, Mehmet Alî Dogan, Mehmet Akar, Mesut Suer, Nerîman Bîrlîkler, Nesrîn Nergîz, Nîjat Yaruk, Orhan Aras, Osman Dogan, Osman Zuhat Bîlen, Omer Agin, Ruşen Mahmutoglu, Sadik Onder, Sayîm Abay, Sedat Adalmiş, Servet Yilmaz, Şehmus Aksoy, Takîbe Gultekîn, Turan Kapan û Yusuf Çîrîk hatin hilbijartin.