___Hasîp YANLIC___
"Belkî jî hew ez karibim gotinan bikim firçe û sûretê xeyalên xwe bixezînim”
"OROK" / H. Kovan Baqî
Ji zûde ve ye, min dixwest romana Kovan Baqî yê rêzdar bixwînim, çend tişt bû asteng ku min xwendina vê berhemê taloq kiribû. Ya herî balkêş jî gotinên li ser roman, ên nexweş bû. Ev gotinên nexweş hem wisa kir ku ez romanê bixwînim hem jî ez romanê nexwînim. Hema dawiya dawî min roman xwend ka bi kîjan halî min xwend ez ê ji we re bêjim. Min wekî kesekî ji bo keşfê bibînin. Gotina xwe nahêlim dawiya VÊ ROMANÊ/NOVELÊ/NIVÎSÊ NEXWÎNIN XWE NEXIN NAV BELAYEKÊ KU HIŞÊ WE BIBE ÇEQILMAST. Ger hûn bipirsin û bêjin çima qasî ez dikaribim ez ê hinekî ji hev veçirînim û li ber çavên we raxînim.
Ez rûpel bi rûpel beş bi beş dinirxînim, ji ber ku metnek ku em dizanin di nava vê pirtûkê de tune ye.
Roman e an tabloyeke nizanim, hema li ber çavê min û aqilê min, min dibe ser tabloya Pablo Picasso ya bi navê Guernica, ne serî heye ne dawî heye, mirov nikare ji hev derxe. Min çend rûpelên din jî xwend îjar aqilê min çû xewnên bi cin û pîrebokan. Mirov nizane kîjan dem e, an jî kîjan çax e, hîna di serê romanê de me, hema li hemû dîrok û welatan geriyam ne Xwedawend ma ne jî Xweda, ne Dêrik ma ne jî Roma …
Wekî karekter ji xwe tu kes tune ye, yên tên xuya kirin jî ser çavên wan tune ne, hew laşê wan hene, biborin min got laş, hew kîr, quz , memik û hwd hene. Ez nizanim karekterên me çend salî ne. Rû û şeklê wan çawa ne. Dîsa jî mirov dikare bêje ku karekterê romanê yekî xurifî an seksomanyaxek e an jî filozofekî ji xwendinê dîn bûye û êdî di serê xwe de fantaziyan derbas dike. Gelemperî bûyer di navbera du kesan ve derbas dibe û ew jî ji kirinê wext bibînin esrarê xeyal dikin û vexwarina şerabê
na na em heqê Fendo nexwim. carcaran jî sîmîdan jî difikire ji bo qaqlîbazan.
Wekî demê tu dem tê de tune ye, ne şev e ne roj e, ne neolîtîk e, ne mîlenyûm e. ji ber wê em dikarin bêjin daweta cin û pîrebokan e.
Carna di xwendinê de disekinim û ji xwe re dibêjim ev camêr henekê xwe bi me dike. Hîna di rûpela 24”an de me nikarim biryarekê li ser van bûyeran bidim. Ez hewl didim ka bizanibim ma ev romanek e, novelek e, an jî daweta ên ji me çêtiran e.
De ka li hev û dû bicivin û ev paragraf dibêje tê çi wateyan ji kerema xwe re ji min re jî bêjin.
”TunHebû-tunNebû Hebûhewbû. Carhekê hebş çar çaryekên sedsalaên hiş, hişşş hiş qar-newal bû û ezman di nava nigên me û wan de wenda bû. Bû. Dû. BaRabû, hûû”hûûû firiya çûûû. Viçîyûûû. Em ne-man li nava xeleka Keleha. VanÇînÇû. Qarreqarr. Newal li dar e.” Rp PDF 27
Careke din bixwîne, nebû careke din jî bixwîne, tu yê jî mebesta vê paragrafê fahmnekî ?
Mizgîniya min li we min di dawî Rp 27”an de hevokek ku min jê fahm kir dît/xwend. Bi we re jî parve bikim bila hêviya we ya ji nivîsa kurdî qut nebe.
”Gewdeyê keçikê piyanoyeke bêqisûr e û tillîkên wî”y jixweçûyî wê hê bêqusûrtir dikin”
Êdî ez ê ji xwedayê nivîsê re nivîskar re (karekterên sereke re) bêjim Sermestê me*
Sermestê me carna biwêjên aliyê Dêrikê carna çêrên aliyê Dêrikê yên ji bavê xwe hîn bûye bikartîne. Tew car caran bi çarînan jî nivîsa xwe ya wekî daweta ecinan diedîlîne.
”Ihh Fendo
Willeh tu him dims î him gezo
Hema wenîko
Tim biherike nava min, looo…
Immm Zeynoka helîs e
Bihêl quzzik bimîz e
Na ne mîz e, dims û rûnê hîz e
Rr 34
Min gelek caran got dev ji xwendinê berdim hema ji FenûDo tirsiyam ji ber ku bel kiriye û di destê wî de ye. Ji ber wê ez ê berdewam bikim ji bo xwendinê. ZeyaNo di destê wî de ma ye. Li vir mijarek heye ji min re balkêş hat, çawa ku Xeyam li ser şarabê nivîsandiye Sermestê me jî li ser ZeyaNo nivîsandiye
Helbest jî avêtiye ser wê lêb lê gulê
” Ez di dojeha xwe de dişewitim
Çi ji min re bihuşta Hesen Sebeh û Nîzamê Milk
Jinên xwe jî bexşî min bikin tevî bîrka şîr
Nagerim ji memik û mey û şî”îr” Rp 200
Hinek rûpelên pêş de mirov şîfreyên nava romanê fahm dike ku wekî mekan Îzmîr û Mêrdîn-Dêrik hatiye neqişandin ew jî îzmir wekî ku em dizanin bi behra wê û pîşeyên Mêrdiniyan ya sereke mîdye tê xuyakirin. Li Dêrikê jî ji xwe bêşarab nabe, ew jî li wir bicih kiriye. Ya din jî rojên wî yên nexweş dijminatiya wî û ya bavê wî, hema hema her mijarê de, di her sê-çar rûpelê de dibêjê ”kêra di qûna bavê min” û wekî vê. Ji ber bavê wî li Dêrikê ye û bûyera bav li wir derbas bûye û hîna kêr di qûnê de ye her tim dubare dike. Belkî rojekê kêr jêbikişe û em jî ji wê kêrê xilas bibin. Tirsa me ew e ku di ya me de cih bike.
Nizanim çima ew qas bûyer dubare kiriye, ev dubarekirin xwendina novelê difetisîne, mirov tê de dialiqîne.
Ez li peyvan geriyam ka çend caran kîjan peyv nivîsandiye, çend îstatîstik ji we re û hûn biryarê bidin. Ev çi ecêb e, çi bobelat e.
Fendîko-Fendo-FenûDo 223 car
Zeyno-ZeyaNo-271 car
Memik- memikan- memikmêj 153 car
Kîr -qûn- quz- 150 car
Piştî beşa duyemîn êdî mirov ji bûyerê fahm dike ka mijara sermestê me nivîsandiye çi ye çawa didome, mijar hîna jî xav e û balê nakişîne. Hema mirov dikare wekî nivîs ji vê re bêje novel e. Ji ber karekterên sereke du kes in û mijar dû dirêj e.
Yeka din jî heye ez dibêjim ger ev nivîs bi xewnekê xilas bike ez ê tu carî qebûl nekim, niha di meraqa encamê de me ka sermest, şîzofren, dîn, an jî xurrifîyê me ew ê, çawa novelê xilas bike. Hûn bi xwe bixwînin ez ê encamê nebêjim. Bi zorê gihîştim rûpela 132’yan.
Bi gelek zehmetî min novel xilas kir û li nîşeyên xwe mêze kir, dema mirov temamî novelê binêre û li moxila Ca Sermestê/Nivîskarê hêja H.Kovan Baqî bixe mijarên li ser moxilê bimînin, rexneyên li ser Xweda, Netew, Dewlet, Şer, Sinc, Civak, Bav bibînin. Belkî jî nivîskar gihîşti be armanca xwe ji ber ku di Novela xwe de hemû rêgez û qanûnan dike destmal û xwe pê paqij dike. An jî dînîtiya xwe bi me helal dike. Ya din jî ji bo mirov ji vê novelê fahm bike di bin serkêşiya Xeto û Remo de hemû fîlozof û dînê Dêrikê li hev kom bikin û yên Amûdê jî komîsyona xwe de nîqaşan li ser bikin û di encama qonferasek Orok li dar bixin ew ê di encamnameyê de ev gotinan bi yek dengî were pejirandin. Law ev Sermest dînekî perçe perçe ye xwe jê dûr bidin an jî ew ê me ewk bike…
Ne îro hema belkî rojên pêşiyên me hinek kes ji vê romanê fahm bike, hema ev roj ne ev roj e.
*Min novel li ser PDFӐ xwend