Diyarname
Rêveber û endamên Komeleya Nivîskarên Kurd çûn serdana çalakvanên Hewselê û beşdarî forûmê bûn.
Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz û endamên lijneya rêveberî û endamên komeleyê çûn serdana çalakvanên li Bexçeyên Hewlesê. Endamên komeleyê pirtûkên xwe ku bi xwe re biribûn dan rêveberiya çalakiyê û beşdarî Forûma Kurdî Derê ya bi navê "Ziman û Perwerde"yê bûn...
Forûma Komeleyê jî heye
Li gor agahiyên ku komeleyê dan me roja 8'ê mehê, saet 16.00'an de dê Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo piştgiriya ciwanan li Geliyê Hewselê forûmeke çêbike û her wiha çalakiya helbestxwendinê jî li dar bixe. Komeleyê bang hemû endamên xwe û piştgirên Bexçeyên Hewselê kir ku beşdarî çalakiyê bibe.