Diyarname
Filmê derhênerê kurd Mano Xelîl ê bi navê “Dîmenên jiyan û mirinê-Enfal” di Festîvala Fîlman li Dûbaî a li Emîrata Erebî xelata Juriyê ya Taybet girt.
Festîval di navbera 14-20'ê vê mehê de li dar ket û di 20'ê mehê merasima xelatdayînê de Xelîl xelata xwe ji destê berpirsê çand û hunerê yê li bajarê Dûbaî Muhamed Almur girt.
Fîlm ji ber ku ne tenê çîrokên trajediya kurdan bi rengekî rastî tîne ziman, di heman demê de li ser îdeolojiya Partiya Baasa erebî disekine, metod û pratîkên wê di komkujiya kurdan de, ku bi rengekî fermî hatibû danîn tîne ber çavan layiqê xeyatê hat dîtin.
Ev fîlm bi gelek dokument û belgenamên rejîma Baas a Saddam şanî dide, ku kuştin û tunekirina kurdan bi rengekî fermî-îdeolojî hatibû danîn.
Her wiha ji Hewlêrê derhêner Hassan Ali Mahmood jî bi fîlmê xwe "Serdema Tirsê" (THE QUARTER OF SCARECROWS") xelat girt.