Diyarname
Amadekariyên ji bo "Konferansa Neteweyî" didomin. Hevserokên BDP, KCD tevî heyetek vê hefteyê diçin Başûr.
Ji bo amadekariyên Konferansa Hewlêrê ku wekî "Konferansa Neteweyî ya Kurd" tê binavkirin wê li Başûr li dar bikeve. Ocalan demek berê pêşniyara konferansên wisa kiribû. Her wiha konferansa neteweyî ev çend sal in di rojeva kurdan de ye. Niha amadehî ji bo konferansê tê kirin. Civîna amadekariya konferansê, wê ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistana Federal ve bê organîzekirin.
Li gor agahiyên ku gihîştine ber destên me hefteya pêşiya me Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş û Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk jî di nav de heyetek dê here başûrê Kurdistanê.
Li gor pistepistan konferans wê bi sê rojevên bingehîn kom bibe û li ser yekîtiya siyasî û neteweyî ya kurdan raweste.
Hêvî ew e ku di serî de PDK û YNK, partiyên din ên kurdan jî beşdarî konferansê bibin. Ji bo amadehî, nîqaş û beşdariya konferansê ji Bakur heyetek dê here û bi partî û derdorên li Başûr re hevdîtinan pêk bîne. Di nav heyeta ji Bakur dê here de ev nûnerên partî, saziyên sivîl û kes hene:
- Hevserokê BDP’ê Selahattin Demirtaş
- Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk
- Mebûsa BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane
- Serokê Giştî yê KADEP’ê Lutfi Baksi
- Serokê Giştî yê OSP’ê Sinan Çiftyurek
- Nûnerên KCD’ê Seydi Firat, Mehmet Baysal
- Parêzerê ji Asrin Hukuk Burosu: Mazlum Dinç
- Ji Yekîtiya Elewiyên Kurdistanê Nurhayat Altun
- Ji Meya_der Leyla Ayaz
- Ji KESK’ê Kasim Birtek
- Serokê Giştî yê DDKD’ê Îmam Taşçier
- Cîgerê Serokê Baroya Amedê Nihat Eren
- Ji Tevgera Îslamî ya Gel Fikrî Bozkurt
- Kordînatorê Însiyatîfa Azadî Adem Ozcaner
- Azize Abiş
- Saliha Aydeniz
- Ji Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê Nesime Çimen


