Diyarname
Spanya yan Îtalya? Îro kûpaya Euro 2012 digihîje xwediyê xwe.
Spanya piştî Euro 2008, Kûpaya Cîhanê 2010 dê kûpaya Euro 2012'yan jî bibe mala xwe?
Bersiva vê îro di saet 21.45'an de bi maça ku dest pê bike diyar bibe. Reqîbê Spanya Îtalya ye. Ger Spanya îro jî bi ser bikeve dê bibe yekemîn tîma ku di sê tûrnuvayên mezin de bi ser dikeve..
Îtalya di sala 1968'an de ji bo Kûpaya Euro mazûvanî kiribû û wê salê bi ser jî ketibû. Niha dixwaze careke din bi ser bikeve. Îtalya û Spanya di Euro 2008'an de di çarîk fînalê de derketibûn pêşberî hev û Spanya di encama avêtina penaltiyan de bi ser ketibû.
Her du tîm heta îro 26 caran hatin hemberî hev. Ji van Îtalya 8, Spanya 7 caran bi ser ketiye û 11 caran jî wekhev mane.
Spanyayê heta niha di vê tûrnûvayê de 4 hezar û 222 pas avêtin û ji wan 3 hezar û 386 pasên wan serketî bûn ku bi vê reqemê di nava tîmên tûrnûvayê de bû yekemîn.
Îtalyayê bi giştî 3 hezar û 311 pas avêtin û ji van 2 hezar û 462 pasên wan serketî derketin. Bi van pasan piştî Almanya, Îtalya bû sêyemîn di warê pasan de.
Xavi Hernandez 533 pas avêtin û jê 455 pasên serketî avêtin ku ew bi vê hewldana xwe di nav lîstikvanên tûrnûvayê de bû yekemîn.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Fînalîstê yekemîn diyar bû: Spanya
- Brîtanyaya mezin di Cîzmeyê de winda bû!
- Nîv fînalê yekemîn Portekîz e
- Çarîk fînalîstên dawîn diyar dibin
- Alman û Portekîz çûn, îro dora kî ye?
- Boxeyan qiloç li îrlandiyan da
- Panzêran porteqal eciqandin!
- Serxêrê: EURO 2012 dest pê dike