Diyarname
KCK'ê di rêveberî de guherîn pêk anî û li ser ziman jî biryar girt.
Kongreya Civaka Kurdistan 9'emîn Civata Xwe ya Giştî li dar xist. Di kongreyê de Abdullah Ocalan careke din ji bo Serokatiya Giştî ya KCK'ê hat hilbijartin. Di Rêveberiya Lijneya Serokatiyê de jî guherîn pêk hat û derbasî hevserokatiyê bûn. Ji bo Hevserokatiya Rêveberiya Lijneya Giştî Cemil Bayik û Besê Hozat hatin hilbijartin.
Ji bo Hevserokatiya Kongra-Gel jî Hacer Zagros û Remzî Kartal hatin hilbijartin.
Di kongreyê de biryara domkirina pêvajoya aştiyê hate girtin.
Her wiha li ser ziman jî biryar hatin girtin. Di vê xalê de wisa hate gotin: "Lijneya me pêdivî pê dibîne ku li dijî siyaseta komkujiya çandî li her derê û li her qada jiyanê pêngava perwerdehiya bi hemû zaravayên bi kurdî pêş bixe."