Diyarname
Turkan Şoray berê ragihandibû ku dest ji lîstikvaniya sînemayê berdaye û niha hat îdîakirin ku Kadîr Înaner jî dest ji lîstikvanî ber dide.
Înaner di meha reşemiyê de nexweş ketibû û hezkiriyên wî tirsiyabûn lê baş bû niha vedigere sînemayê. Li gor nûçeya rojnameya Akşamê dê Kadîr Înanir di fîlmê bi navê "Kapi" (Derî) de bilîze û piştî vê dest ji sînemayê berde. Derhêner Nihat Durak û jina wî Filiz Durak dê fîlmî bikişînin û Înanir jî têde dilîze.
Nûçe radigihîne ku fîlm li ser drama malbateke suryanî ya li Midyadê tê kişandin û derhêner û lîstikvan Înanir li hev kirine ji bo kişandina fîlm dê rojên pêş me herin Midyadê. Di meh û nîvek de dê fîlm bê kişandin, kişandin li Mêrdînê dê dest pê bikin, paşê derbasî Kapadokya bibin û li Stenbolê temam bikin. Hat gotin ku kompaniya sazkar ji bo lîstikvana jin jî pêşniyar ji bo Nejla Nazir biriye.
Kadîr Înanir kî ye?
Yek ji lîstikvanên herî navdar ê Tirkiyeyê Kadîr Înanir di 15'ê avrêla 1949'an de li Fatsayê hatiye dinê. Di jiyana xwe de di dehan fîlman de lîstiye û gelek ji wan ên wekî "Selvi Boylum Al Yazmalim" (ligel Turkan Şoray lîstibû), "Tatar Ramazan", "Katircilar", "Yilanlarin Ocu" bûne klasîkên Tirkiyeyê.


