Çûka berbangê
Xizan Þîlan
Ji salên ku li ber pêlên çemên dîn û har têkçûyî demsaleke payîzê bû. Xemgîniya þeveke ji þevên bêxewiya xopan dil û kezeba min parçe parçe kiribûn bi xençereke devtûj. Di navbera çar dîwarên mîrata quncikên odeyê de, giyanê bedena min di bin barê keser û axînan de diperpitî. Li nav ramanên jankêþ û bîranînên westiyayî nema xew ketibû qalpaxên roniya çavên min yên qerimî. Min bi kûr kûr kiþandina hilma cixareya xwe re li balqonê, li rûyê asîmanê temaþe dikir bi awirên vik û vala, piþtxûz mîna pîr û kalan. Mij û dûmanekî reþ xwe dagirtibû ser daran. Pelên þaxên daran ji tirsan bi xwe de ketibûn. Li ser þaxên darê çûkeke xerîb û bêkes venîþtibû. Ji alikî de zikê asîmanê qeliþti bû. Wekî ku hêrs û nefreta tofanên serdeman xwe li qirika ewrên bixof pêçabû, barana tirsê dibarî bi dijwarî û dixuþiya mîna maran. Lê çûka li ser þaxên daran, ji serman diricifî û can lê dilerizî, mîna keç û bûka kezî ku ji ber fediyan dibezî û xwe vediþart bi dizî. Bi dengê brûskek erjeng re ji niþke ve veciniqîm. Wekî ku di xweziya xwe de bifetisim sergêj û sermest li derdora bizdonekiya laþê giyanê xwe dizivirîm.
Çûkê! Ez jî îro mîna te bêzar im, gula baxê dilê min çilmisandin, bêcih û bêwar im. Ji min re dibêjin tu çavînî bûyî, ev nezer in! Nizanim çima zimanê min li hev digeriya û peyvên min bi ser hev de werdigeriya? Rondikên tirsa dil, êþ û keser, bedbextî û tenetî, sewdaserî, xem û xeyal, axîn û nalîna xewa þevên wêran hevalcêwiyên min in. Ez þevger, tu þeveder.. Ez dilbikeder, tu derbeder.. Ez evîndar û dilbirîndar, tu stûxwar li ser dara spîndar.. Dengê qîjqîja te mîna dengê xweþhevpeyvîna dayikên bermalî. Li nav baxçe û çîçekên xemilî û ji kezebê kûr kûr dinalî. Te stranên xeribiyê yên dilbiþewat bi awazên kul û kovanan dilorand li çar alî. Te mîna dengê bilûrvanê keserkêþ, tembûrvanê hesretkêþ berê xwe dida çol û beyaran, wekî derwêþê gerok diyar diyar digeriyayî. Ji awaza nalînên gewriya te kaniya hunerê diherikî nava derûniya giyanê helbestvan, wênevan û dengbêjan. Di êþa qêrîn û lorîna henasa te de kulîlkên gulistana bihuþta lal û bêdeng ji nû ve bi rengên kesk û sor dixemilîn, dikemilîn û geþ dibûn.
Çûkê! Tu çima ji kûrahiya kerba dilê xwe dinalî û te dîsa wîçe wîçe? Wekî feylezofê Alman Friedrich Nietzsche, min jî di ber xwe de niçe niçe, lê nizanim hiþê min ku de diçe? Wekî ku ez porê serê xwe yê spî, ji ber êþa birîna kulan û evîna dilan li xwe birûçkînim, te jî bi qêrîn û hawara xwe bêdengiya serê sibê diçirand û refên hechecikan li xwe dicivand.
Çûkê! Derdê te çi ye? Ma zikê çêlikên te birçî ye? Ma tu jî mîna min bêwelat î? Ma tu jî wekî min li jiyana xwe sûvêhat î? Jiyana kolanên welatê xerîbiyê pir zor e. Yê ku nejî nankor e, yê ku nebîne çavkor e. Bêyî ku tu sînoran binasî, te li ser çiyayê Toros, Zagros, Cûdî û Qendîlê dîlana þadî û serbestiyê digerand li asîmanê û li meydanan. Tu bi dilekî þa û azad li taxa bajar û gundan, li havîn û zivistanan, li nav bax û bostanan, li nav daristan û goristanan, li ser pêlên derya û oqyanûsan, di navbera parzemînan de û li ser axa cîhanê welat bi welat difiriyayî.
Çûkê! Te jî mîna Bazê hêlîna xwe li asta herî bilind, li ser zinaran di tenetiyê de avakiri bû ji qirþ û qalþan. Ji min re bêje çûkê! Li quncikê sûkê, ma hêlîna te jî wêrane kiribûn mîna mala bûkê? Ez jî mîna te perþikestî û serþikestî me, dilþikestî û milþikestî me. Xêrnexwezan stûna piþta hestên min qeliþandin û hêviyên pêþerojê þerpeze kirin.
Ma kê coþ û aramiya te di þewqa asoya berbangan de revandiye? Ma kê ronahiya çira hêlîna çêlikên te di xezeba xwe de tefandiye? Ma kê jiyana te li nav xwîna þerê demên rûreþ herimandiye? Ma kê ev tîr û þûrê zengarî di sîngê te de daçikandiye? Ma kê gora te di lîtava dîroka genî de kola ye û laþê te li xiyaneta serdeman bi kefenekî reþ pêça ye?
Ma kê…?
Ma kê…?
14.02.2009, Stockholm
**
Nivîsên Xizan Þîlan ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin: