Diyarname
Kovara W hejmara xwe ya nû derxist. Kovarê di dosyaya xwe ya vê hejmarê de li ser çîroka bakur a 30 salî dawî sekiniye.
Hejmara gulan-pûşper a kovara W ya 47'an derket. Kovarê di vê hejmara xwe de mijara "Di çîroka kurdî ya bakur de 30 salên dawî" wekî dosya girtiye dest. Di dosyayê de Sîdar Jîr, Çiya Mazî, Edîb Polat, Bahoz Baran, Şevger Çiya û Îrfan Babaoglu li ser mijarê nivîs nivîsîne.
Digel, çîrok û helbestên di kovarê de hatine weşandin, bi helbestvan Fatma Savci re jî hevpeyvîneke hatiye kirin.