Diyarname
Mebûsê CHP'ê yê Dêrsimê Kamer Genç li ser pêşnûmaya zagonî ya ku dane meclisê axivî.
CHP'ê pêşnûmayeke zagonî amade kir û da meclisê ku navê "Tunceli" biguherînin biken "Dêrsim". Di bin pêşnûmayê de îmzeya mebûsên CHP'ê Huseyîn Aygun û Kamer Genç heye. Kamer Genç li Dêrsimê li ser vê yekê daxuyaniyeke da û got: "Min bi aramiya wijdanê xwe ev îmze nekir. Ji ber ku piştgiriya partiyê ji bo vê yekê hebû min îmze kir. Ger nav biguhere bila bi rêya plebisit gelê Tuncelî biryara vê yekê bide."
Kamer Genç ev çend serdem e mebûsê Dêrsimê ye, lê naxwaze navê Dêrsimê bê îadekirin ku niha li Tirkiyeyê ji Dêrsimê re dibêjin "Tunceli". Jê wêdetir jî êdî bila gelê Dêrsimê bifikire ka çima deng dane Kamer Genç.