Diyarname
Weqfa Lêkolînên Polîtîkayên Aboriyê ya Tirkiyeyê (TEPAV) got ku li gor Îstatîstîkên Bandafireh a OECD'ê li gor buhaya 2.39 dolar a herî erzan û li gor 76.11 dolar a Megabit/Saniye ya herî buhayê, di nav welatan de Tirkiye yek ji wan welatan e ku înternet lê gelek buha ye.
Digel vê yekê jî hate gotin ku li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara bikarhênerên înternetê zêde dibe.
Wekî xaleke din jî bal kişandina li ser buhabûna kompîtur û amûrên wê.
Li Tirkiyeyê herî zêde înternet ji bo lêmêzekirin-şandina e-mailan û lêmêzekirina agahiyên li ser tenduristiyê tê bikaranîn.


