logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  5. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Lîsansên MMC, NÛCE TV, ROJ TV hatin betalkirin

Dadgeha Eyaleta ya Kopenhagê, îro danê sibê lîsansa weşanên hemû kanalên televîzyonê yên kargeha Mezopotamya Brodcasting

  • Dîrok: 03/07/2013
  • Beş: Çapemenî

Dadgeha Eyaleta ya Kopenhagê, îro danê sibê lîsansa weşanên hemû kanalên televîzyonê yên kargeha Mezopotamya Brodcasting, betal kir. Dadgehê her wiha cezayê pereyê 5 mîlyon Kronê Danîmarkayê (2 mîlyon Euro) li kargehê birî. Dadgehê bi vê biryara xwe di dîroka çapemeniya Danîmarkayê de mora xwe avêt binê rewşeke nû. Bi vê yekê re cara yekemîn e di dîroka welêt de cezayekî ew qas giran ê pereyan li kargeheke çapemeniyê tê birrîn.

Mafê dijderketina li biryarê heye. Lê ji bo îtiraz bê kirin, divê cezayê pereyê 5 mîlyon Kron bê dayîn an jî temînatek bê nîşandan. Eger di nava du hefteyan de îtîraz neyê kirin, wê lîsansên MMC, NÛÇE TV û ROJ TV betal bibin.

Nûçegihan Amed Dîcle der heqê rewşê de agahî da û diyar kir ku gavên wê ji niha û pê ve bavêjin wê parêzerên wan diyar bike û got, "Eger di nava du hefteyan de îtîraz neyê kirin, wê weşanên televîzyonên me rawestin."

Amed Dîcle da xuyakirin ku dozger xwestiye kargeh bi temamî bê girtin û got: "Dadgehê jî bi cezayê ew çend giran ê pere re, di rastiyê de biryara dozgeriyê erê kiriye."

Dîcle ragihand ku biryara mijara gotinê, ji biryara sala 2012'yan girantir e û anî ziman ku ev demeke hesabên Mezopotamya Bordcasting hatine rawestandin û astengiyên cihê hatine derxistin. Dîcle anî ziman ku cezayê pere yê hatiye birîn, di rewşa niha de di asta duyemîn de girîng e û got, "Niha lîsansa weşana me hat betalkrin. Divê di nava du hefteyan de îtîraz bê kirin û di heman demê de cezayê pere were dayîn." Dîcle da xuyakirin ku eger kargeh karibe cezayê pere bide, wê weşanên televîzyonan dewam bikin, lê di rewşeke berovajî de wê weşan qut bibin.

Dîcle da xuyakirin ku dadgehê di biryara xwe de cihekî berfireh daye asta heyî ya çareseriya pirsgirêka kurd û destnîşan kiriye ku pêvajo erênî ye. Dîcle anî ziman, ku yekem car e li Danîmarkayê cezayekî ew qas giran ê pereyan li saziyeke çapemeniyê tê birîn.

Rojnameger Ferda Çetîn jî, ku di rûniştina dozê de amade bû diyar kir ku ev biryar bi hevkariya dadgeriyên tirk û Danîmarkayê hatiye dayîn û got: "Berî rûniştina dozê Sefîrê Bilind ê Tirk ê li Kopenhagê û rayedarên Sefaretxaneya Bilind, bi dozger û dadgerên li dozê dinêrin, di nava samîmiyetek mezin de tevdigeriyan."

Çetin ragihand ku li gorî agahiyên wan ji parêzeran girtiye, mafê îtîraza li vê biryarê 15 rojan e, lê dibe ku bêyî li benda 15 rojan bê rawestîn, dadgeriya Danîmarkayê dikare di her kêliyê de weşanên televîzyonan rawestîne.

 

ANF 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 19 03 2026

Li Qamişloyê kovareke bi navê “Soryaz” dest bi weşanê kir

news
  • 10 03 2026

Nûbihareke nû li ber destên xwendevanên xwe ye

news
  • 25 02 2026

'129 rojnameger hatin kuştin'

news
  • 13 02 2026

Kovareke nû ‘Kewar’ê dest bi weşanê kir

news
  • 11 02 2026

Kerem bikin, bi 'Peyvname'yê bilîzin

news
  • 09 02 2026

WP hejiya: CEO'yî îstîfa kir, bi sedan rojnameger ji kar hatin derxistin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Xelatên Azadiya Ramanê yên Zarakolu hatin belavkirin

ad

'Jûra Bîrê' li Amedê vedibe

ad

Helbesteke zêmarî, ‘Kulîlkên Mala Mirîyan’

ad

Keviya Wêjeyê

ad

Festîvala Stenbolê piştgirî da derhêneran û pêşbazî betal kirin

ad

Festîvaley Mûnzûrî dest pa kerd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname