Helbesteke zêmarî, ‘Kulîlkên Mala Mirîyan’
Rêdûr DÎJLE
Awayê þirovekirina helbestê, meseleyek e ku tim bûye cihê nîqaþan. Ji lew re ji nav cureyên wêjeyî, çeþneke zehmet e helbest. Ji ber vê zehmetiya xwe, kes zû bi zû xwe nade ber þirovekirina wê. A rast, ez bi xwe jî, çendî ku ji nêz ve bi helbestê re elaqedar im, gava mesele tê ser helbestê, metirsiyek xwe li min digire. Lê helbestek heye, ev wexteke min ber bi xwe ve dikiþîne. Her cara dixwînim û peyv û ristên wê diguvêþim, hîn bêhtir bi ruh û can dibe, hîn bêhtir av jê tê. Tu dibêjî qey kaniyek e, bi navê miçiqandinê tiþtek di ferhenga wê de tine ye.
Ev helbest, helbesta “Kulîlkên Mala Mirîyan”* e. Erê, dibêm helbestek, lê ez tenê behsa helbestekê nakim, Behsa helbestên di pirtûkekê de dikim ku bi dest, dil û hestên Mîna Acerê hatine lêkirin û hûnandin. Vê helbestê kir ku careke din li ser peywendiya di navbera zêmarê û helbestê de hûr bibim. Erê zêmara ku“beriya gotinê hebû, bi ahenga deng û bilêvkirina hestên jinê bûye hîmê lîrîzmeke xurt.”
Xusûsiyeteke “Kulîlkên Mala Mirîyan” heye, xwe sipartiye zêmarê. Xwe sipartiye zimanekî zêmarî. Xwe sipartiye êþ û azarên jinê, tahde û kuþtinan. Lê di vê xwesipartinê de, heya ji dest hatiye xwe di bêçaretî, bêhêvîtî û têkþikînê de asê nekiriye. Bereksê vê, ew ji xwe re kirine rêber. Bi vî hawî li hemberî evana, xwe li zêmarê girtiye û kiriye ku bibe berdevkê êþa jinê û barê êþa xwe sivik bike.
Gava wê ev kiriye, li xusûsiyeta ziman û awayê zêmarê miqate bûye. Bi dêhndarî nêz bûye. Guh nedaye, nejidilbûn û zahirîyê. Bi zimanê helbestê, dirûvekî pirr niþmî û xwerû li wê xweza û zimanê xwerû yê zêmarê bar kiriye. Wê ew veguherandiye û yekpare kiriye. Bi vî hawî nehiþtiye di þexsê êþ û azarên xwe de êþa jinê tahl bike û heqîqeta wê berbayî tiþtekî analîtîk bike.
Kulîlkên Mala Mirîyan, bi hêza yekpareyî ya zêmar û helbestê, mirinê û sertewandina tê ferzkirin teþhîr dike. Ev teþhîrkirin, esas hêrsek e, serîhildanek e. Hêza xwe disipêre, ruhiyeta zêmarê, ji lew re “zêmar, berxwedaneke kartêker e li hemberî mirinê.”** Vê hêzê bi zimanê “wekî xîçikeke çil hezar sal e di bin avê de sîqalkirî, çil hezar sal e di bin ava zêmarê de hatiye sîqalkirin”*** dinehwirîne.
“ax ne ji ber þikestinê bû
we jî dît
bi tenîya rûyê xwe reþ kiribû
min paçikê destê xwe di avê dadikir
jê nediçû
êdî ji wî re tune ye mirêka mala min
ez her sibe rûyê xwe tê de dibînim
perçeyekî þikestî binax dikim
ax mirêka min a xweþik
hîna çend tîfilên te mane gelo
carekê hinek zilamên qerase gotibûn
heger mirêka jinekê biþkê ew jin bêyom e êdî
kes ji mala xwe re nake dîyarîya li derî
þevekê nîvê þevê li derve girmegirma ewran
li hundir dengê lingên cinawiran
þeqþeqa diranên min
gulî dihatin xwarê ji daran
bi hiþyarbûna serê sibehê re xwedêyo
ez çi bibînim li dewsê terqên xwîn û tenîyê
tiþtekî mirêka min xwarîye û çûye.”
* Kulîlkên Mala Mirîyan, Mîna Acer, Weþanxaneya Lîs, 2020
*Yaþar Kemal
**Yaþar Kemal
12.04.2021, Yenî Ozgur Polîtîka