Diyarname
ÎHD her sal li ser navê Ayşenur Zarakolu "Xelatên Azadiya Ramanê" dide. Xelat îsal jî hatin belavkirin.
Ji bo belavkirina xelatan li ÎHD'ya (Komeleya Mafên Mirovan) a Stenbolê merasimeke xelatdayînê hate li dar xistin.
Di merasimê de
mebûsê DEP'ê yê berê Mahmut Alinak hêjayî xelata ramanê hat dîtin. Alinak xelata xwe ji destê nivîskar Cezmi Ersoz girt.
Her wiha li ser navê Gerînendeya Weşanê ya Ozgur Radyoyê Fusun Erdogan ku niha girtiye , xebatkarê radyoyê Muharret Demircioglu girt.
Nivîskar Temel Demirer jî xelata xwe ji destê rêvebera ÎHD'ê Umit Efe girt.
Demirel piştî girtina xelatê axivî û got: "Ez vê xelatê ji bo jina xwe Sibel, ji bo İsmail Beşikçi ku hînê min kir ez li hemberî dadgehan serbilind bisekinim, li ser navê Okkeş Karaoglan ku min li çiyayên Dêrsimê hişt, li ser navê Dayikên Şemiyê, dayikên aştiyê û Hrant Dink digirim."