Diyarname
Romana dawî ya Ahmet Altan ji bo çapa yekemîn 100 hezar heb çap kirin lê di rojekê de xilas bû.
Nivîskar Ahmet Altan romana xwe ya dawî bi navê "Son Oyun" (Lîstika Dawî) nivîsî. Pirtûka ku ji 408 rûpelan pêk tê ji Weşanên Everestê derket. Çapa yekemîn a pirtûkê 100 hezar heb hate kirin. Pirtûk roja 2'yê mehê derket piyaseyê lê di heman rojê de ev 100 hezar hatin firotin û 100 hezarên din dê 3'yê mehê derxin piyaseyê.
Di vê pirtûkê de karakterê sereke yê romanê nivîskarek e. Li holê kuştinek ku kes nizanim bersûc kî ye heye. Di romanê de eşq jî, kuştin jî, têkiliya jin û mêran jî heye.
"Son Oyun" dehemîn romana Ahmet Altan e.