Diyarname
Şaredarên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve ji peywirê hatibûn girtin, careke din vegeriyan ser karê xwe.
Di 7'ê pûşpera 2012'yan de Şaredarê Wanê Bekir Kaya, yê Ozalpê Murat Durmaz, yê Edremîtê Abdulkerim Sayan jî di nav de 6 jê şaredar 10 siyasetmedarên kurd hatibûn girtin. Li ser vê yekê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Îdrîs Naîm Şahîn di 18'ê pûşpera 2012'yan de her sê şaredar ji peywirê girtibûn.
Ji van şaredaran Şaredarê Ozalpê Murat Durmaz û yê Edremîdê Abdulkerim Sayan di danişîna doza wan a ku roja 25'ê rêbendana 2013'yan de li dar ketibû de hatibûn berdan. Parêzerên Sayan û Durmaz ji bo her du şaredar vegerin ser karên xwe serî li Wezaretê Karên Hundir dabûn. Di 8'ê adarê de wezarê ragihand Midûriyeta Îdareyên Malî ya Walîtiya Wanê ku her du şaredar dikarin vegerin ser karên xwe. Piştî vê yekê qeymeqamiyên Ozalp û Edmerîmê nivîseke ji şaredaran re şand û şaredar vegeriyan ser karên xwe.
***
Nûçeya eleqedar:
- Wekîlê Serokê Şaredariya Wanê hat hilbijartin


