Diyarname
Bi girtina Şaredarê Wanê Bekir Kaya, Şaredarê Edremîtê Abdulkerim Sayan û Şaredarê Ozalpê Murat Durmaz re îro ji bo xebat bidome Wekîlên Şaredaran hatin hilbijartin. Li Wan û Ozalpê ji BDP'ê wekîl hatin hilbijartin lê li Edremitê kurê Mustafa Bayram ê AKP'yî Şeref Bayram hat hilbijartin. Bi vê yekê AKP'ê bi destê dadgehê şaredarek bi dest xist.
Li Wanê di encama binçavkirinan de Şaredarê Wanê Bekir Kaya jî têde 10 kes bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Li Edremîtê rê li pêşiya AKP'ê vebû
Ji bo wekîltiya şaredar Bekir Kaya, Murat Durmaz û Abdulkerim Sayan îro hilbijartin pêk hat. Li Edremîtê hejmaran endamên meclisê yên AKP 6 û yên BDP'ê 5 heb in. Şaredar ku rêya wî jî heye girtî bû, di encamê de berendamê AKP'ê Şeref Bayram bi 6 dengan hat hilbijartin. AKP'ê ku di hilbijartinê de nekarî bû şaredariyê bi dest bixe, bi girtina şaredar û bi rêya dadgehê Şaredariya Edremîdê bi dest xist.
Li Wanê endamên AKP'ê vekişiyan
Li Wanê piştî Bekir Kaya ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve ji peywirê hat girtin îro ji bo wekîlî hilbijartin pêk hat. 32 endamên meclisa şaredariyê beşdarî hilbijartinê bûn.
Berdevkê Koma AKP'ê Ayhan Fîdan axivî û got: "Em nabin aliyê vê hilbijartinê. Em hurmetê nîşanî vîna hilbijêran didin. Em gavek zûtir dixwazin Bekir Kaya li cem me be. Emê dengên vala bikar bînin."
Piştî axaftinan dest bi hilbijartinê hate kirin. Di tûra yekemîn de AKP'yiyek deng bikar neanî, 10 deng jî hatin betalkirin. Sabri Abi ku ji BDP'ê berendam hatibû nîşandayîn di tûra sêyemîn de 21 deng girt û ji bo Wekîliya Şaredar hat hilbijartin.
Abi got ku ji bo em bigihîjin hedefên ku Bekir Kaya eşkere kirine çi ji destê me bê emê bikin."
Li Ozalpê Gazioglu hat hilbijartin
Li Şaredariya Ozalpê jî bi girtina Murat Durmaz re ji bo wekîlî dengdan li dar ket. 7 endamên meclisa şaredariyê beşdarî dengdanê bûn, endamê AKP'yî Mahmut Gumuş beşdar nebû. M. Salih Gazioglu ku li ser navê BDP'ê berendam hatibû nîşandayîn bi 6 dengan ji bo wekîliya şaredar hat hilbijartin.
***
Nûçeyê eleqedar:
- Şaredarê Wanê Bekir Kaya ji peywirê hat girtin
- BDP bi hemû mebûsên xwe diçe Wanê
- Şaredar Kaya: Biryara binçavkirinan me Erdogan û Atalay daye
- 45 saziyên sivîl: Armanca operasyonan astengiya xebatên şaredariyan in


