Diyarname
Belgefîlmê bi navê "Ahmed Arîf Hasretî" (Hesreta Ahmed Arîf) ku li ser jiyana helbestvan Ahmed Arîf hatiye çêkirin êvara 1'ê mehê li Amedê bi merasimek hat nîşandayîn.
Derhêneriya belgefîlmî Dilek Gul kiriye. Kesên wekî Şehmus Diken, Umit Firat, Zeynep Oral, Ecevit Kiliç, Halil Ergun û kurê Ahmed Arif Filinta Onal di belgefîlm de cih girtine û qala jiyana Ahmed Arîf kiriye.
Êş û zehmetiyên ku Ahmed Arîf kişandine, çîrokên helbestên wî, bi giştî belgefîlmekî li ser jiyana wî hatiye sazkirin.
Galaya belgefîlmî li AVM'yeke li Amedê bi beşdariya gelek kesî li dar ket. Nivîskar Şeyhmus Diken û Ecevit Kiliç xêrhatin li mêvanan kirin û li ser belgefîlmê axivîn.