Ciwan Tengezar
Juriya Festîvala Berlinaleyê di nav 19 fîlman de xelata Fîlmê Herî Serketî da Romanyayê, ez jî xelata Herî Serketî didim fîlmê Sîmûrg. Mixabin Sîmurg di nav bernameya Festîvala Berlinaleyê de tune bû.
Xelata Hirça Zêrîn a 63’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî Berlînale çû Romanyayê. Derhênerê fîlm Calin Peter Netzer bi fîlmê xwe “Pozîsyona zarokê” (Pozitia Copilului) xelata Fîlmê Herî Serketî bi dest xist.
Fîlm têkîliya dijwar a dê û kurekî vedibêje. Em vî fîlmî deynin aliyekê û em vegerin ser çîroka Sîmûrg ku mijara vî fîlmî jî bi qasî vê girîng e.
Sîmûrg navê belgefîlmekî ye, ku li ser girtî û girtîgehên Tirkiyeyê hatiye çêkirin.
Şeş karekterên fîlmê jî kesên ji ber greva birçîbûnê bi nexweşiya Wernicke Korsakoffê ketine, hatine hilbijartin.
Nexweşiya Wernicke Korsakoff: dijwariya axaftinê, pirsgirêkên terazê, jibîrkirin, windabûna bîranînê.
Fîlm behsa 14 salan dike. Derhênerê fîlm Reha Karadag, aliyên tarî yên van salan ronî dike.
Derhêner di dawiya sala 2000’î de dest bi kişandina fîlm dike û di destpêka sala 2011’an de fîlmî temam dike.
Di vî fîlmî de her tişt rast e, yên mirî jî.
Ji destpêka salên 1990‘î ve li Tirkiyeyê bi armanca “reformê” projeya “Zindanên Tîpa F” tê çêkirin.
Armanca pêşî ev e, ku mehkûmên siyasî li wan zindanan bên bicihkirin.
Loma jî li hemberî vê projeyê li seranserê Tirkiyeyê girevên birçîbûnê dest pê dikin. Pişt re jî hin girtî greva birçîbûnê vediguherînin ji bo greva birçîbûnê ya mirinê û bi vî awayî pêvajoyeke ku tesîrê li 50.000 hezar kesî dike, dest pê dike.
Sala 1996’an greva birçîbûnê ya mirinê 69 rojan berdewam dike û hikumet jî biryara xwe bi paş de davêje.
Lê 12 girtî jiyana xwe ji dest didin û gelek girtî jî xesarên giran û kûr dibînin, ku mixabin êdî tenduristiya wan baş nabe û loma jî bi îznên cuda ji zindanêr derdikevin.
Sala 2000’î careke din hikumet dixwaze ku projeya “Zindanên Tîpa F” bîne rojevê û li hember vê jî cara din greva birçîbûnê ya mirinê dest pê dike.
Ji ber çalakiya li dijî projeya Tîpa F’yê 12 kes jiyana xwe ji dest didin.
Armanca derhêner ew e ku fîlm sala 2000’î bê nîşandan lê ji ber sansûrê nîşandana fîlmî dereng dikeve û her wiha fîlm ji sansûrê ji dayik dibe.
Fîlm cara yekem li Ewropayê, Almanya-Kolnê (roja 08.02.2013) hatiye nîşandan, pişt re li Berlinê û cara dawî jî li Hamburgê.
Pîştî nîşandana fîlm li Berlinê, li salona sînemayê, derhêner û du karekterên fîlm; Cafer û Delîl jî amade bûn û pirsên temaşevan bersivandin.
Her wiha sazûmankar û berdevkê “Wernicke Korsakofflular Yaşam evî li Stenbolê“ Ahmet Durukanoglu jî ji bo piştgirî û rehabîlîtasyona mexdûran “Mala jiyanê” da nasandin û diyar kir ku li seranserê cîhanê ev nexweşî herî zêde li Tirkiyeyê heye; bi qasî 300 kes hene. Li gor texmîna wan li gor 150 nexweş ji bo tenduristiya xwe hatine Ewropayê.
Hêjayê gotinê ye ku ji nişke ve li salonê bi qasî 1.000 € piştgirî hate berhevkirin.
Rêza ku herî pir ji girtiyên nexweş ve hate dubarekirin: Têkoşîna bi heq a ji bo azadî û wekheviyê (ji bo piçekî şîn) divê bê berdewamkirin.
Gelo fedekar û qurbanên van çalakiyan kî ne?
Karker û xwendekar, piranî jî kurd in. Ango di bin sîwana partiyên veşartî yên çepê tirkan de ji bo sosyalîzmê ditêkoşin.