Diyarname
Mebûsê BDP'ê yê Amedê Altan Tan li ser rapora Tiba Edlî ya ku li ser mirina 8'emîn Serokomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal amade kirine wisa got: "Tibeke Edlî ya wisa qet dibe? Ger Tibeke Edlî di bin fermana dewleta kûr de be dewlet çi bixwaze dê raporeke wisa amade bike. Ev yek tam skandalek, rezîliyek e. Divê serokwezîr vê rezîlî paqij bike. Daxuyaniyeke wisa nabe."
Tiba Edli duh rapora xwe temam kiribû û pêşkêşî dozger kiribû. Di raporê de tê gotin ku di laşê Ozal de jehr hatiye dîtin, lê nayê zanîn ku ji ber vê jehrê miriye yan na. Her wiha amadekarên raporê, raporê eşkere nakin, li benda dozger dihêlin ku bixwaze eşkere dike, nexwaze nake. Ji niha de ji gelek aliyan ve rapor bûye sedema nîqaşê.