Diyarname
Li Roboskiya ku 34 gundiyên kurd hatin kuştin niha bûn mijara destanekê. Nivîskar Edîb Polat bi navê “Hawara Roboskî” destanek nivîsî û destan ji Weşanên Ronahî derket.
Di 28.12.2011’yan de, di encama bombekirina balafirên şer ên dewleta Tirkiyeyê de 34 gundiyên kurd hatibûn kuştin. Heta îro hê jî kesên ferman dane û kesên bombebaran kirine nehatine darizandin lê mijar her di rojevê de ye. Niha ev mijara Roboskiyê bû mijara pirtûkek. Pirtûka helbestan bi navê “Hawara Roboskî” ji aliyê Edîb Polat ve hate nivîsîn. Polat bi zimanekî destanî mijara Roboskî girtiye dest.
“Hawara Roboskî” ji 34 beşan pêk tê ku Polat navê “Şerapnel” li beşan kiriye
34 beşên şerapnel, 34 gundî û zarokên ku bêsûc û sedem hatine qetilkirin temsîl dike. Di dawiya pirtûkê de jî helbestek nivîskar ku li ser Mexmûrê (Li Mexmûrê Berbangek) nivîsî bû cih digre.
Di pirtûkê de hin beş seranser çarîn in, hin beş wekî dîwanên dubeytî, hin jî bi wezna serbest hatine nivisîn. Ji aliyekî de dîroka gelê kurd di wir de tê honandin, ji aliyê din ve şerê 30 salên dawî dibe mijara hêmayên vê helbestê.
Geşedanên ku piştî komkujiyê pêk hatine jî ketine nav ristên vê dîwanê. Mînak lidanxwarina qeymeqam, dîmenên heronan, nameyên ku ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan ve hatine şandin û hwd.
Nivîskar Edîb Polat ku heta niha çend pirtûkên çîrokan û çend roman weşandibû yeke car pirtûkeke helbestan nivîsî.
Hawara Roboskî / Edîb Polat / Helbest / 80 rûpel
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.