Diyarname
Kovara Bir+Bir ku di hejmara borî de ji dêvla "Îstîklal Marşi" (Sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê) wekî arzûhalekê "Îstîkbal Marşi" weşandibû. D&R ku li navend û şaxên xwe pirtûk, cd, dvd û kovaran difroşe, fermanek ji berpirsên hemû şaxên xwe re şand û ji ber vê "Îstîkbal Marşi" xwest ku ew kovarê li cem xwe nefroşin, kovarên di dest wan de heyî jî ji refan daxin û bi paş ve bişînin.
Kovara Bir+Bir li Tirkiyeyê wekî kovareke mehane weşanê dike û kovareke muxalîf e. D&R'ê îdîa kir ku kovarê bi "Îstîkbal Marşi" henekên xwe li Îstîkla Marşi kiriye.


