Diyarname
Li Dîkîliya Îzmîrê Şaredar Osman Ozguven ji ber ku bê pere av li gel belav kir hat darizandin. Lê nekarîn ji ber vê, ji ber dozek din 8 sal û 4 meh cezaya hepsê li Şaredar Ozguven birîn û ew ji kar girtin. Şaredar ozguven berî bê girtin çûbûn Swedê.
Piştî ku Wezareta Karên Hundir Ozguven ji peywirê girt, niha dê kesek din ji dêvla wî bê hilbijartin. Osman Ozguven ji CHP'ê hatibû hilbijartin.
Malbata Ozguven, Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Aziz Kocaoglu û Serokê CHP'a Îzmîrê Ali Engin ji bo şaredarî piştgirî didin Wekîlê Şaredar Yusuf Altinparmak. Lê ji bilî Altinparmak endamê Meclisa Şaredariyê İsmail Tinay û Sema Akinci jî berendamiya xwe eşkere kiribûn.
Roja înê dê kesek wekî şaredar bê hilbijartin. Di nav Meclisa Şaredariya Dikili de 7 endam ji CHP, 3 AKP û yek jî endamê MHP heye.
Şaredar Ozguven kî ye?
Şaredarê Dîkîlî Osman Ozguven di sala 1944'an de li Dîkîliyê hatiye dinê. Beşek dibistana seretayî li Dîkîlî, dûre li Îzmîrê dibistana navîn û ya bilind xwendiye. Ozguven ku endazyarê avahîsaziyê ye li gor dîtina wî, ji "wekhevî, edalet û demokrasiyê bawer dike."
Ozguven ku di navbera 1984 - 1994'an de du serdeman li Dîkîliyê şaredarî kir, piştî 10 salan careke din ji bo Şaredarî hat hilbijartin. Di vê serdemê de wî li Dîkîlî bê pere li gel av belav kir, qîmet da xebata şaredarî ya ji bo xizmeta gel.
***
Roja 21'ê vê mehê nivîskara Milliyetê Mehveş Evin bi Ozguven re hevpeyvînek kir. Ji bo kesên bixwazin vê hevpeyvînê bixwînin:


