Diyarname
Vê hefteyê yek jê anîmasyonî sê fîlm hene: Rawestgeha dawî 4 3D, Sunshine Cleaning û The Blue Elephant
Gunişiği Temizleme Şirketi - Şîrketa Paqijkirinê ya Ronahiya Tavê - Sunshine Cleaning
Denhêner: Christine Jeffs
Lîstikvan: Amy Adams, Emily Blunt, Alan Arkin, Jason Spevack
Du xwişk li taxeke tije sûc lê heye karê paqijiyê dikin. Ew li kijan malî sûcek hatibe kirin û mal tije xwîn bûbe, li kîjan malî miriye hebûye û her tişt bêhn ketibe kê ji mecbûrî diçin wê derê paqij dikin. Pêşî bi ser nakevin, her ku diçin hîn dibe lê vê carê bûyereke paşeroja wan dikeve dû wan. Û bavê wan ku her soz dide wan lê nayne cih vê carê dê alîkariya wan bike?
Fîlmê ku di îsal di 28'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de hat nîşandayîn, vê carê li Tirkiyeyê dikeve vîzyonê.
***
Mavi Fil - Fîlmê hêşîn - The Blue Elephant
Derhêner: Kompin Kemgumnird
Fîlmê anîmasyonî bi navê "The Blue Elephant" (Fîlê hêşîn) ket vîzyonê. Khan Kluay fîlekî ciwan e û ji bo bavê xwe yê windayî bibîne dikeve rê. Di vê rêwîtiyê de tiştê bi wate yên wekî dostanî, dilpolayî, fedekarî hîn dibe. Bi têgehên ku nû kişf kirine ferq dike ku ew bi rêya bavê wî derbasî wî bûne û a rast jixwe di hundirê wî de bûne. Ew têkiliya fîlan û mirovan fêm dike ku divê ew bi hev re bijîn. Khan Kluay ji macerayê vê dersê derdixe.
***
Son Durak 4 3D - Rawestgeha dawî 4 3D - The Final Destination 4 3D
Derhêner: David R. Ellis
Lîstikvan: Krista Allen, Nick Zano, Mykelti Williamson, Bobby Campo
Nick û hevalên wî dawiya hefteyê diçin temaşekirina pêşbaziya ajotina erebeyan. Nick dibîne ku stad bi ser temaşevanan de dikeve. Ew vê yekê wekî tofaneke ku dê kêliyeke paşê bê jiyîn dibîne û 12 kesan qanî dike ku ji stadê derxe û ew ji qezayê difilitin. Lê yên ku ji qezaya stadê xilas bûne qezayên xirabtir li benda wan in.