logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  2. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  3. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
  4. Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!
  5. Lîstikvan Sam Neil mir
news-details

Zend li ser muzîka kevneşopî ya kurdan disekine

Hejmara nû ya kovara Zendê derket. Zendê di vê hejmarê de li ser "Muzîka kurdan a kevneşopî" dosyayeke amade kiriye.

  • Dîrok: 14/06/2008
  • Beş: Çapemenî

Diyarname
Hejmara nû ya kovara Zendê derket. Zendê di vê hejmarê de li ser "Muzîka kurdan a kevneşopî" dosyayeke berfireh amade kiriye.

Zend bi hejmara xwe ya bihar-havîn a 2008'an derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de li ser muzîka kurdan a kevneşopî dosyayeke hatiye amadekirin, di dosyayê de li ser dîroka muzîka kurdî, hevbandoriya vê ya bi gelên din ên cînar re, navên stranan, meqam, amûr û rîtmên muzîka kurdî, di muzîka kurdî çanda devkî, muzîka kurdî ya devkî û dengbêjan hatiye sekinîn. Her wiha li ser stran, lawje, heyranok, payîzok, destan, dîlok, lorîk û stranan yek bi yek hatiye sekinîn, ew hatine şirovekirin. Nivîsa bi sernavê "Li muzîka kurdan a kevneşopî nêrîneke giştî" ji hêla Nezan Newzat Çelebî, Vedat Yildirim, Aytekîn G. Ataş ve, nivîsa bi sernavê "Navên stranan, meqam, amûr û rîtmên di muzîka kurdî de" ji hêla Zana Farqînî ve hatiye amadekirin.

Yek ji nivîsên balkêş a di kovarê de nivîsa Serdar Rûşen a bi navê "Li ser têkiliya modernîzm, kolonyalîzm û perwerdehiyê" ye.  Rûşen nivîsa xwe li ser fikrên di pirtûka Alî Mazrûî a bi navê "Sömürgecilik ve Eğitim" (Kolonyalîzm û Perwerdehî) pêk aniye û balê dikişîne ser lîteratura cîhanî ya di vê mijarê de. Her wisa Serdar Rûşen di nivîsa xwe de serî li dîtinên Frantz Fanon û Alî Şerîatî yên di vê babetê de dixe û dibêje, "divê em lîteratura kolonyalîzm, modernîzm û perwerdehiyê zêdetir teqîb bikin û jê sûdê werbigirin." Rûşen têkildarî mijarê ji Alî Mazrûî vê jêgiranê neqil dike; "Di cemaetên ne kolonî de perwerdehî li gorî pêdiviyên gel, ango cemaetê teşe digire. Lê di civakên kolonî de perwerdehî li gorî lazimiyên kolonyalîst dirûv digire. Bi vî awayî, têkiliya kesên ku di wan dibistanên kolonyalîst de perwerde dibin, têkiliya wan bi îhtîyacên gelên ku ew aîd in re qut dibe." Her wiha Rûşen li ser xalên wekî lîteratura mêtîngeriya kurd, rewşenbîrên kurd kolonyalîzm û perwerdehî, modernîzm li welatên bindest bi kêrî kê tê? disekine û mijarê radixe ber çavan.

Nivîskar Îbrahîm Seydo Aydogan jî mijara "Hin pirsgirêkên wergerê di kurmanciyê de" girtiye dest û wisa dest pê kiriye: "Heke îroj em hemû bi vê fonksiyona wergerê dizanin, hingê divê em dev ji pêşniyarkirina wergerê berdin û bes bibêjin ku 'werger ji bo me baş e' yan jî 'werger pêwîst e', Em ê di vê nivîsa xwe de pirsgirêka wergerê ya kurdan, ji çend hêlen cuda ve binirxînin û hin pêşniyaran bikin."
Aydogan li ser xalên wekî pirsgirêkên wergerê, wergera ji zimanên din, hilbijartina ji zimanek ji bo wergerê, bandor û pêdiviya wergerê, taybetmendiya wergerek baş sekiniye.

Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv jî di nivîsa xwe ya di Zendê de mijara "Tiştên ku nehatin bîra Heznî Haco" girtiye dest û pirtûka Heznî Haco ya bi navê "Tê bîra min" û pirtûka bi navê "Bêbextî ya Mêvan" (Mukrîme Haco) dane berhev. Yûsiv, bi berfirehî li ser naveroka "Bêbêxtî"yê sekiniye ku vê pirtûkê heta niha zêde bal nekişandiye.

Doç. Dr. Mamoste Qedrî jî nivîseke bi navê "Vekolîneke kurt der barê Yûsuf Ziyaedîn Paşa û xebata wî ya rêzimanî de" pêşkêşî xwendevanên Zendê kiriye. 

Zimanzan Samî Tan jî li ser "Yekemîn berhema hînkirina kurdî: Hînkerê Zimanê Kurdî" ku di sala 1921'ê de ji aliyê Hêvî Civata Telebên Kuran ve hatiye çapkirin sekiniye.

Dawud Rêbiwar jî li ser 110 portreyên navdarên kurd ku Nevîn Reşan Gungor amade kiribûn hevpeyvineke bi Gungor û mêrê wê lêkolîner Ayhan Gungor re kiriye.

Her wiha Omer Faruk Yekdeş, Zeynelabidîn Zinar, Besê Aslan, Rohat Alakom, Gulçîçek Gunel Tekîn, Mehmet Bayrak, Huseyîn Siyabend, Fehim Işık, Şefik Beyaz, Çerkezê Reş, Eskerê Boyîk, M. Reşîd Irgat, Samî Berbang jî bi nivîsên xwe di kovarê de cih girtine.
Kovarê berga xwe ya dawî jî bi berga pirtûka Maurizio Garzoni ya bi navê "Ferheng û Rêzimana Kurdî" ku di sala 1787'an de li Romayê hatiye çapkirin xemilandiye.
ferhenga yekem a gramer û ferhenga...

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçeyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçeyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Nanê Gel li benda gel e

news

Rewşa dawî ya Birca Belek

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 09 07 2026

Berendamên Xelatên Emmy eşkere bûn

news
  • 08 07 2026

Kanala televîzyonê M1'ê lêborîn xwest

news
  • 06 07 2026

Rewşa rojnamegerên binçavkirî (Hat nûkirin)

news
  • 06 07 2026

Dema serîlêdana Xelatên Rojnamegerî ya Musa Anter didome

news
  • 02 07 2026

Malpera Ajansa Welat û Azadiya Welat hat astengkirin

news
  • 24 06 2026

Rojnameger Bayram Balci merd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

'Efendiyê Gustîlan' jî cezayê dixwe!

ad

Vogueyê tiştek nû kir: Mambabatokeke 106 salî xiste berga xwe

ad

Çend gotin li ser romanên siyasî

ad

Hevpeyvînek bi Ahmet Turk re

ad

Li Wanê konek din jî şewitî: Kesek mir

ad

Wêneyê Rojê: Peykerê Ahmed Arîf şikandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026
news

Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

  • 14 07 2026
news

Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!

  • 13 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname